246 kesayet: Ji bo jiyanek bi rûmet em dengê xwe didin Çepên Kesk 2023-05-10 13:12:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya hilbijartinê piştevaniya rewşenbîr, nivîskar û hunermend bo Partiya Çepên Kesk berdewam dike.    Partiya Çepên Kesk hilbijartinên 14’ê Gulanê wek guherînê û avakirina Komara Demokratîk û dîrokî dinirxîne. Partiya Çepên Kesk ji bo vê hedefa xwe bibe serî namzetên cihêreng nîşan daye û xebatên xwe li her kolan, cade û qadan didomîne. Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Em faşîzmê têk bibin, demokrasiyê ava bikin” dixwaze bi 100 parlamenterî li Meclisê temsîliyeta xurt ava bike. Partiya Çepên Kesk li dijî faşîzmê û rejîma yek zilamî piştevaniya Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû dike.    Ev stratejiya Partiya Çepên Kesk li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê deng vedaye. Piştevaniya rewşenbîr, hunermend, nivîskaran jî ji bo Partiya Çepên Kesk didome.    ‘JI BO JIYANEK BI RÛMET’    246 kesên ku di nav wan de akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan jî hene. Akademîsyen Nîlgun Toker, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal, ekolojist Prof. Dr. Beyza Ustun û Îlkay Akkaya jî di lîsteya ku destek didin Partiya Çepên Kesk de cih digirin. 246 kesan daxuyaniya bi sernavê “Ji bo jiyanek bi rûmet û siberojek azad dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye” dan.    Duh jî 300 heb rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, helbestvan, nûnerên rêxistinê jinan piştevaniya xwe ya bo Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû ragihandibûn.    ROJNAMEVAN TEV LI MITÎNGA CIZÎRÊ BÛN    Rojnamevan Yildirim Turker, Mûrat Çelîkan û Dîcle Anter beşdarî mitînga Partiya Çepên Kesk a navçeya Cizîra Şirnexê bûn û piştevaniya xwe nîşan dan.    PIŞTEVANIYA BO ÇEPÊN KESK BERFIREH DIBE    Her wiha nivîskar û helbestvan Mûrathan Mûngan, akademîsyen Yasemîn Ozgun û Mustafa Kemal Coşkûn, hunermendê şanoyê Yilmaz Demîral, lîstikvan Mehmet Alî Nûroglû û nivîskar Tanil Bora piştevaniya xwe ya bo Partiya Çepên Kesk ragihandin.