Lêgerîna edaletê ya di Komkujiya Garê de di meha 91’emîn de ye 2023-05-10 12:25:30   ENQERE - Bi boneya meha 91’emîn a Komkujiya Garê ya Enqereyê bîranînek hate lidarxistin. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e û banga hevrûbûnê hate kirin.    104 kesên di encama êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê de di Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Gara Enqereyê bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ji aliyê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm Der) ve hate dayîn de pankarta ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayî li ser hate vekirin û dirûşmeya “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hate berzkirin. Bîranîna di meha 91’emîn de hate kirin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Îhsan Seylan, Hatîce Goz, Metîn Kiliç, Zîşan Kurum Yilmaz, Emîralî Turkmen û Rûken Dîlara Zaf, rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Çepên Kesk a Bajêr, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî beşdar bû. Di bîranînê de ewilî Seroka 10 Ekîm Der’ê Mehtap Sakîncî Coşgûn axivî.   ‘KOMKUJIYA TUNE HATE HESIBANDIN’     Coşgûn, anî ziman ku di meha 91’emîn a komkujiyê de jî edalet nehat lê heta daxwaza wan aştiyê pêk were wê têbikoşin û wiha got: “Em di erefeya hilbijartinê de ne. Li vî welatê rast hatine serdema 2 hilbijartinan îşaretî serdema herî xerab dike. Ji ber ku heta pêvajoya hilbijartina 1’ê mijdara 2015’an de gelek bedel hatin dayîn. Gelek xwîn rijiya. Em dixwazin destnîşan bikin ku hesab dayîna xwîn rijandinê li aliyekî tune hesibandina komkujiyan a di van pêvajoyan de me gelek diêşîne.”   ‘EM Ê LI VIR BIN’     Coşgûn, diyar kir ku weke kirdeyên komkujjiya tune hatiye hesibandin wê mayîna xwe ya li qadan bidomînin û wiha got: “Mixabin hêj ne veguheriye qadeke bîrdariyê. Weke her mehê hûn dizanin yek ji daxwazên me jî ev e. Em dixwazin piştî 14’ê Gulanê tiştên cuda biaxivin. Em dixwazin êdî bibînin ku ev serdeme xelas bûye. Dixwazin sozên dayîne me bên girtin. Ji bilî sozên hatine dayîn dixwazin êdî rojên ku ev welat bi komkujiyan re hevrû bibe werin. Heke wisa bibe wê demê ked û hewldanên me wê bi kêrî tiştekê bên. Heke wisa be piçek be jî em ê bi aram bin û sedemê me yê jiyanê dê hebe. Ji bo ev têkoşîn bidome em xwedî hêzeke gelek mezin in.”   ‘BI RÊYA DESTHILATÊ XWÎN RIJANDIN’    Yek ji namzetê parlamenteriyê Îhsan Seylan jî komkujî weke zilma desthilata di 7’ê hezîranê de winda kir li gel kir penase kir û wiha got: “Ew pêvajoyeke ku ji bo desthilata xwe xwîn rijandin e. Ji bo ku bên desthilatê siyaseta xwînê meşandin. 10’ê Cotmehê cînayeteke kiryarên ne diyar e û li vir e. Komkujiya Amedê ya 5’ê hezîranê jî berhema heman desthilatê ye. Me her tim anî ziman. Ev der qada 10’ê Cotmehê ye. Gora zarokên me ye.”   ‘DÎROKA TIRKIYEYÊ DÎROKA KOMKUJIYAN E’    Yek ji namzetên parlamenteriyê Emîralî Turkmen jî bi bîr xist ku beriya 91 mehan bi daxwaza aştiyê hatin qadê û wiha got: “Em ji bo bêjin ji şer re na bila aştî demildest çêbibe, ji bo hêvî û azadiyê mezin bikin hatin vê qadê. Komkujiyeke mezin bi serê me hat. Me di vê komkujiyê de canên xwe winda kirin. Tevî 91 meh derbas bûne jî em li vir in ji ber ku tu faîlên komkujiyê nehatin derxistin. Em dizanin dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e. Me gelek can winda kirin. Me Mereş, Sêwaz û Çorûm ji bîr nekir, Pirsûs gelek nêzî me ye û Komkujiya Gara Enqereyê li vir e li ber serê me ye, em bi hev re bûn. Heta ku em bi vê dîrokê re hevrû nebin wê tu car demokrasî neyê vî welatî.”