ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-10 09:00:04       * Jinên dersimî diyar kirin ku desthilata AKP-MHP'ê jinan bi xizaniyê re rû bi rû hiştiye û gotin: "Em bawer dikin ku dê Partiya Çepên Kesk biguherîne. Hêviya me Partiya Çepên Kesk e."    * Jinên gundên navçeya Posxov a Erdexanê anîn ziman ku divê êdî desthilata AKP'ê biçe û ji bo guherînê jî îşaret bi Partiya Çepên Kesk kirin.    * Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu bang li 11 milyon dengdêrên Stenbolê kir ku biçin ser sindoqan û got: "Desthilat li qadê têk çûye. Ji bo di sindoqan de jî têk biçe, divê he rkes piştî dengdanê xwedî li sindoqa xwe derkeve."    * Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk, diyar kir ku dengek dikare pêşî li desthilatê bigire û got: "Faşîzm zirarê dide hemû gelan û mirovan. Ger em bi hev re bitêkoşin, em dikarin biguherînin."    * Li Îdirê armanca sereke ya Partiya Çepên Kesk, li dijî politikayên zext û xizaniyê yên desthilata heyî, 2 parlementeran bişîne meclisê.    * Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Meryem Cerîtlî ku li dijî zextên civakî her tim serî hildaye got: "Taybetî ji bo dengên jinên kêdkar bibim Meclisê ez bûm namzet"   * Ajansa Anadoluyê di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an û Hilbijartinên Herêmî yên 2019’an de parvekirina daneyan da sekinandin û rê li ber dezeformasyoneke mezin vekiribû. Ajansa Anadoluyê bi vê karnameya xwe hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêşwazî dike.    * Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye û anî ziman ku li dijî hemû zext, astengkirin, provokasyonan dikarin bi têkoşîneke birêxistinkirî desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 779'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê girtiya 30 salî Şadiye Manap hê nehatibû berdan lê hat binçavkirin û paşê hat girtin hatiye vekirin dê li Dadgeha Kocaeliyê were lidarxistin. (10.00)    * Partiya Çepên Kesk dê bi rojeva "hilbijartinê" li gel rojnamevan û nivîskaran li hotêlek Taksîmê bicive. (11.00-14.00)    * Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00 - 21.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê belgeya helwestê ya hilbijartinê li avahiya SES'a Amedê eşkere bike. (12.30)   * Bi beşdariya Heveberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz li Dêrsim û Xarpêtê mitîng, bi beşdariya Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren dê li Qada Tûzlûçayirê ya Enqereyê mitîng were lidarxistin. (12.00, 16.00, 17.30) ZINDÎ