Partiya Çepên Kesk mal bi mal digere 2023-05-09 17:28:32     AMED - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mal bi mal digere û li ser pusûleya dengan cihê partiyê û logoya partiyê dide danasandin.    Ber bi hilbijartinê ve Partiya Çepên Kesk lez da xebatên xwe. Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de navçe bi navçe, gund bi gund û mal bi mal digere.   AMED    Namzetên parlementeriyên yên Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Azad Bariş li Taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê serdana esnafan kirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Atasoy û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek endam û rêveberên partiyê hevrêtî bi namzetan re kir. Esnaf û welatiyan bi cpş namzetên bajêr pêşwazî kirin. Di dema serdanê de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.    Nemzetan da diyarkirin ku ew ê di 14’ê Gulanê de dawî li desthilata desthilata çewisîner bînin û amediyan vexwandin mîtînga ku dê di 13'ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin.    SEMSÛR   Namzetên parlamenteriyê Alî Kenanoglû û Meryem Cerîtlî ve bi şandeya li gel wan serdana gundên navenda Semsûrê kirin. Şande li gundan pirsgirêkên welatiyan guhdar kir û belavok belavkirin. Şande ji aliyê welatiyan ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Şandeyê ji welatiyan re behsa xebatên Partiya Çepên Kesk kir.    Namzetê Parlamenteriyê Îzzet Karadag û şandeya li gel jî serdana karkerên Herêma Pîşesaziyê bajêr û serdana mexdûrên erdhejê yên di konan de kirin. Karadag ku li vir pirsgirêkên karkeran guhdar kirji wan re got ku ew ê li dijî sermayeyê, jiyana ku mafê karkeran diparêze ava bikin. Her wiha şande li sanayiyê belavok belav kirin û ji wan re qala xebatên Partiya Çepên Kesk kir. Karkeran jî ji şandeyê re gotin ku ew guherandinê dixwazin. Pişt re jî şande serdana mexdûrên erdhejê yên di konteyner û konan de kir. Li vir jî şande pirsgirêkên mexdûrên erdhejê guhdar kirin. Karadag jî bi lêv kir ku ew jî  mexdûrê erdhejê ye û heke bibe parlementer wê pirsgirêkên mexdurên erdhejê bîne rojevê û hesab ji desthilatê bipirse.    Namzeta Parlamenteriyê Yuksel Yucedag û şandeya pê re jî li navçeya Kolikê serdana gundan kirin. Şande li gundan pirsgirêkên welatiyan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên guhdar kir. Şande li gundan belavok belav kir û behsa xebatên Partiya Çepên Kesk kir.    AGIRÎ   Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik û Heval Bozdag çûn Nexweşxaneya Perwerdehî û LÊkolînê ya Agiriyê û hevdîtin bi serbijîşkê nexweşxaneyê Adem Aslan re kirin. Sakik û Bozdag guh li pirsgirêkên nexzweşxaneyê û daxwazên wê kirin. Bozdag ku bijîşk e û bi KHK'ê hatiye îxrackirin, anî ziman ku polîtîkayên tenduristiyê yên 20 salî yên desthilata heyî pûç bûne.    Heval Bozdag paşê çû Giyadînê û mal bi mal geriya û logoya Partiya Çepên Kesk da nasîn. Sirri Sakik jî li navenda bajêr serdana rêxistinên civaka sivîl kir.    Namzet Zelal Yilmaz jî li Panosê xebatên hilbijartinê domandin.