Ji ber vîdeoya bertîlê ya têkildarî AKP’ê gilî hate kirin 2023-05-09 15:22:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê AKP’ê yê Enqereyê Alî Îhsan (Mucahît) Arslan giliyê Alî Yeşîldag kir ku li ser medyaya dijîtal vîdeoyan parve dike û îdiayên nelirêtiyên di îhaleyan de eşkere dike.    Alî Yeşîldag, birayê patronê Koma Medyaya Tirk Hasan Yeşîldag û Zekî Yeşîldag e û di salên girtîgehê de parastvaniya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kiribû. Yeşîldag, di van rojên dawî de têkildarî nelirêtiyên AKP’ê parvekirinan dike.    Parlamenterê AKP’ê yê Enqereyê Alî Îhsan (Mucahît) Arslan giliyê Alî Yeşîldag kir ku li ser medyaya dijîtal vîdeoyan parve dike û dibêje AKP’ê di îhaleyan de nelirêtî kirine. Arslan, di 8’ê gulana 2023’yan de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir û hat zanîn ku Arslan xwestiye ku Yeşîldag ê firarî ji ber sûcên gefxwarin û tawanbarkirinan were darizandin.    Arslan bi rêya parêzerên xwe daxwazname da serdozgeriyê û di daxwaznameyê de ji bo Cevherî Guven ku ji ber cezayê hefsê yê 22 salan lêgerîna wî heye û li Almanyayê dijî pênaseya “Melayê medyayê yê FETO’yê” dike û ji bo îdiayên bi rêya Guven tê parvekirin jî dibêje; “îdia bi temamî xeyalî ne.”    DAXWAZA HEFSÊ    Di daxwaznameyê de tê gotin ku Arslan rastî tawanbarkirin û gefan hatiye û tê xwestin ku ji ber van sûcan bila derheqê Yeşîldag de lêpirsîn were destpêkirin û dozên cemaweriyê bên vekirin.    Her wiha di daxwaznameyê de tê xwestin ku Yeşîldag di çarçoveya xala 267’an a TCK’ê de ji salekê heta 4 salan cezayê hefsê lê were birîn û di çarçoveya xala 106’an de jî ji 6 salan heta 12 salan cezayê hefsê lê were birîn.   Alî Yeşîldag îdia kiribû ku di îhaleya Balafirgeha Antalyayê ya sala 2007’an de ji dosyaya Çelebî Holdîngê “ewraq hatin dizîn” û ji îhaleyê hate derxistin. Yeşîldag, îdia kir ku Erdogan di vê îhaleyê de milyareke dolaran wergirtiye û Alî Îhsan Arslan jî di vê pêvajoyê de cih girtiye.