Endamên Egîtîm Bîr Senê tevî qedexeyê jî li qadê ji AKP’ê re deng dixwazin! 2023-05-09 13:44:15   RIHA - Midurên dibistanan û endamên Egîtîm Bîr Senê yên hatin diyarkirin ku li Xelfetîyê weke serokê lijneya sindoqan hatine tayînkirin, tevî qedexeyan jî ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin û deng dixwazin.    Wezîrên ji AKP’ê weke namzet hatin nîşandan, li herêmên hilbijartinê hemû xebatkarên cemaweriyê ji bo xebatên hilbijartinê seferber kirin. Li navçeya Xelfetî ya Rihayê Şaredarê AKP’î Şeref Albayrak, bi Midurê Perwerdehiyê yê Bajêr Muslum Yildirim û nûnerê Egîtîm Bîr Senê yê navçeyê Mûtlû Gul û ji midurên dibistanan Mûstafa Şenel, Şenol Esen û xebatkarê cemaweriyê Omer ê paşnavê wî nehate zanîn ji bo AKP’ê dengan dixwazin. Di heman demê de ev karmendên navborî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve weke serokê lijneyên hilbijartinê yên li navçeyê bên avakirin hatin wezîfedarkirin.    Tevî ku bi xala qanûnê ya “Karmendên dewletê nikarin bibin endamê partiyeke siyasî, nikarin ji bo sûd an zirarê partiyekî tevbigerin. Dema peywîra xwe dikin nikarin li ser bingeha ziman, netew, zayendî, fikra siyasî, baweriya felsefî, ol û mezhebî cihekariyê bikin. Bi tu awayî bi armancên siyasî û îdeolojîk nikarin daxuyanî û çalakiyan bikin û nikarin tevli van çalakiyan bibin” ku qanûnên karmendên dewletê girêdayî wê ne hene jî rêveberên AKP’î xebatkarên cemaweriyê di çarçoveya menfaetên xwe de li qadê dixebitîne.     ‘NIKARE BÊ QEBÛLKIRIN’    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanîstê (Egîtîm Sen) Mahmût Bînîcî anî ziman ku dij qanûnî ye ku xebatkarekî cemaweriyê û di heman demê de rêveberekî sendîkayeke perwerdehiyê bi rêveberên partiya desthilatê re xebatan bimeşînin. Bînîcî, qal kir ku hin mafên ku bi qanûnan hatin nasîn û hin qedexe hene û wiha got: “Di demekî ku em ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçin hin karên ku em bikin hene. Em dixwazin ku perwerdekar di çarçoveya qanûnan de û li gor sekna perwerdekarekê/î tevbigerin.”   Bînîcî, bal kişand ku Midurê Perwerdehiyê yê Bajêr, nûnerên Egîtîm Bîr-Sen’ê û midurên dibistanan weke xebatkarên AKP’ê dengan digerin û wiha berdewam kir: “Li gorî qanûnên hilbijartinê lazime ev karmend li ser navê cemaweriyê xebatan bikin lê ev kes tevli xebatên partiya desthilatê dibin û gund bi gund digerin propagandaya wê dikin. Endamên sendikaya ku li dijî rêgeza wekheviyê û pîşeyî serî li ber karê desthilatê ditewînin û ne li ser navê sendîkayê li ser navê desthilatê xebatan dimeşînin ev nayê qebûlkirin.”   ‘EWLEHIYA SINDOQÊ DI XETEREYÊ DE YE’    Bînîcî, da zanîn ku divê herkes li gorî qanûnên heyî tevbigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em bixwazin li vî welatî hilbijartineke azad, demokratîk, zelal û tevkar were kirin, divê personele cemaweriyê li gorî vê helwestekê nîşan bide. Ev bi awayekî zelal di bin çavderiyê midurên amir ên mulkî de sûc dikin vê jî bi awayekî dilxwazî dikin.”   Bînîcî, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Kesên ku dikarin girtekan bigirin û rêbazên deng dayînê diyar bikin ev in. Heke kar û kirariyên li wir bên kirin xelet bin îtîraza we hebe jî hûn ê li lijneya sindoqan bikin. Em bawer nakin ku wê li lijneyeke wisa îtîraz bi wate bin. Ji ber ku van kesan rewşa xwe fikrên xwe bi awayekî zelal danîne holê. Kesên li ser navê gundan, taxan, navçeyan xebatan bişînin ev kes in. Di rewşeke wiha de em nikarin qala ewlehiya hilbijartinê bikin. Em weke sendîkayên girêdayî KESK’ê dixwazin ku hilbijartin bi awayekî ewle were kirin û heke kesek dengê xwe bide partiya desthilatê an partiyeke din bila ew deng bi heman awayî ji sindoqê derkeve.”   MA / Omer Akin