Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir? 2023-05-09 12:16:32   ŞIRNEX - Temer Temel li gundê Setkar ê Elkê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Xizmên Temel kuştina Temel weke “Sûîqest” pênasekirin û wiha gotin: “Li vî gundî çûkek jî bifire, haya leşkeriyê jê heye. Temel ji hêla kê ve hate qetilkirin?”    Di salên 1990'î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Kesên ku cerdevanî qebûl nekirin û li dijî wê derketin jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Yek ji van gunda jî gundê Setkarê yê Elkê ya Şirnexê ye. Gundê Setkarê bi welatparêziya xwe tê nasîn û tevî her cureyên zextan jî şêniyên gund xaka xwe neterikandin. Hinek malbat jî êdî nema karîn xwe li ber zext û êrişên dewletê bigirin û koçî metrepolan bûn. Di pevçûnên 25'ê îlona 2015'an de li navçeyê Elkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van pêvçûnan de gundê Setkarê hedef hat nîşandan û hate topbarankirin. Di êrişê de top li 10 malan ketin û 5 xanî bi temamî şewitîn. Di xaniyekê de Ahmet Temel (70), kurê wî Behçet Temel (19) û xizmên wan Alya Temel (50) jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Setkarê ku êriş li ser qet kêm nebûn, di 7’ê gulanê de welatiyê bi navê Temer Temel (50) ku  birayê serokê Şaredariya BDP’ê yê berê Yûsûf Temel bû, li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Di êrişê de Temel bi giranî birîndar bû û rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Lê Temel tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Temel, ajokarê xwendekaran bû û malbat dibêje ku tu dijminatî di navbera wî û kesekî de nebû.    Li gundê Setkarê tenê 5 mal hene û derdora gund bi qule û leşkeran hatiye dorpêçkirin. Gund 24 seatan bi mobese û kamereyan tê temaşekirin. Li rexeka mala Temer Temel baregeha leşkerî heye û li rexa din jî quleyek leşkerî heye. Lê balkêş e ku heta niha jî têkildarî qetilkirina Temel tu agahî nehatine parvekirin.    Biraziyê Temel ku di heman demê de Hevserokê HDP’a Elkê ye Ferhat Temel û cîrana wî Soylemez Temel têkildarî qetilkirina Temel bi ajansa me re axivîn.    'EV SÛÎQEST E’   Ferhat Temel, diyar kir ku heta rastiya bûyerê derdikeve holê dê têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Mamê min karkerekî mala xwe ye û bi karê xwe zarokên xwe xwedî dikir. Tenê ji bo debara malbata xwe dixebitî. Li gund û di nava civakê de weke kesayetekî welatparêz dihat naskirin. Di şeva 7’ê gulanê saet di 9 û nîvan de dema tê malê û ji wesayîta xwe pêya dibe, bi çekên giran êriş lê tê kirin. Guleyek li pişta wî ketiye û ji dilê wî derketiye. Gundî jî dibêjin ‘me tenê dengê çekan bihîstiye.’ Ji xeynî vê tu kesî tiştek nedîtiye. Hêj jî derneketiye holê bê ka kê ev yek kiriye. Derdora gund tevek bi kamerayên dewletê dorpêçkirî ye. Beriya niha jî dema tiştek çêdibû, pê dizaniyan. Lê heta niha jî derheqê vê bûyerê de tu agahiyek bi me re nehatiye parvekirin. Ev êriş ji xwe sûîqest e. Lê em nizanin bê ka kê ev sûîqest kiriye. Niha weke bûyereke tarî ye. Niha li jora gund baregaha leşkerî heye û l pişt wê jî yeka din heye. Divê bizanin bê ka kê ev êriş kiriye. Heta ku faîl derdikevin holê, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Me gelek êriş û zextên bi vî rengî dîtine lê me dev ji têkoşîna xwe berneda.”    'LI GUND ÇÛKEK JÎ BIFIRIRE HAYA LEŞKERAN JÊ DIBE’   Cîrana Temer Temel, Soylemez Temel jî têkildarî bûyerê ev agahî parve kirin: “Em li mala xwe rûniştî bûn û kurê wî hate malê ji hevjînê min re got; ‘Mamo bavê min hate kuştin.’ Piştre em tevek bi hawara wan çûn. Dema em çûn cihê bûyerê me dît ku Temer di nava xwînê de ye. Gelek qebsûlên guleyan li ser banî bûn. Xwestiye ku rizgar bike û heta ber deriyê malê jî hatiye lê hew kariye. Piştre me bir nexweşxaneyê. Kê wisa kir, çima kir nizanim. Derdora gund tevek qereqolên leşkerî ne. Dizanin bê ka kê wisa kiriye lê xwe bêdeng dikin. Çima xwe bêdeng dikin? Çima her tiştekî eşkere dikin lê vê bûyerê eşkere nakin? Li gund çûkek jî bifire haya wan jê dibe. Heke bizineka me winda bibe dibêjin bizina we li filane erdê ye. Çima vê bûyerê eşkere nakin? Ev kes li ber deriyê mala xwe, di nava zarokên xwe de hate kuştin. Kê ev eriş kiribe divê were eşkerekirin û bê darizandin.”    MA /Zeyneb Durgut