Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin 2023-05-09 10:37:32   ÎZMÎR - Rêveberê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Bahrî Akkan ji bo mitînga di 12’ê gulanê ku dê li Qada Gundogduyê were lidarxistin bang kir û wiha got: “Em ê vê îktîdarê bi hev re têk bibin û bi hev re di rêya xwe de bimeşin.”    Partiya Çepên Kesk ji Îzmîrê heta Aydin, Mugla û Manîsayê, li hemû bajarên Herêma Egeyê bi dirûşma “Dîsa em” kampanyaya hilbijartinê didomîne. Partiya Çepên Kesk ji bo mitînda fînalê ya herêmê amadekariyên xwe temamkir. Partiya Çepên Kesk dê di 12’ê gulanê de li Qada Gundogdu ya Îzmîrê mitînga fînalê li dar bixe û kampanyaya hilbijartinê ya li Egeyê temam bike.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur, Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Abdurrahman Suleyman û Başak Demîrtaş dê tev li mitîngê bibin. Her wiha koma Lawje û hunermend Nûrcan Degîrmencî jî dê stranên xwe pêşkeş bikin.    PEYAMÊN KU DÊ DI MITÎNGA FÎNALÊ DE BÊN DAYÎN   Rêveberê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Bahrî Akan têkildarî mitînga fînalê axivî û wiha got: “Ev meheke xebatên mitîngê didomin. Ji bo ku dengê herêma Egeyê xurtir derkeve, ji bo ku karker û kedkar ji îktîdarê re bibêjin ‘na’, dê mitîngeke girîng be. Em ê peyama têkçûna îktîdarê bidin. Dê piştî têkçûna îktîdara qesrê, dê welatekî demokratîk, azad û piranîparêz û wekhev were avakirin û em ê peyama vê bidin. Banga min ji bo gel ew e ku tev li mitîngê bibin. Banga min ji bo hemû îzmîriyan ew e ku tev li mitînga me ya pirreng, pirçand bibin. Em ê bi hev re biguherînin, bi hev re vê îktîdarê têk bibin û bi hev re di rêya xwe de bimeşin.”