Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin 2023-05-09 09:55:27 BURSA - Welatiyên Bursayê diyar kirin ku ji rewşa xerab a aboriyê îktîdar berpirsyar e û wiha gotin: “Çareserî, Partiya Çepên Kesk e. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê bipirsin.”    Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê ku ji bo Tirkiyeyê weke “hilbijartinên dîrokî” tên pênasekirin, demekî kin ma. Bajarê Bursayê, bi qadên xwe yên pîşesaziyê û çandiniyê ve yek ji bajarên herî girîng ê Tirkiyeyê ye. Li bajar nêzî 2 milyon hilbijêr dê deng bidin. Di hilbijartinên 2018’an de AKP’ê ji sedî 46 deng standibûn lê ji ber polîtîkayên aboriyê û krîza aborî, dengê wê yên li bajar kêm dibin. Welatiyên Bursayê bi ajansa me re axivîn û gotin ku dê di 14’ê Gulanê de hesabaê bipirsin.    ABORÎ XERAB E   Ji welatiyan Mehmet Başak anî ziman ku ji ber mercên nebaş ên aboriyê, hem li febrîqeyê û hem jî karekî cuda dike û wiha got: “Ji ber van mercan jî nikarim ji bo malbata xwe demê veqetînim. Rewşa me gelek xerab e. Nan bûye 5 lîre, kîloya pîvazan derketiye 30 lîreyan û feqîr û jar nikarin goştê spî jî bixwin. Li gorî min, çareserkirina van pirsgirêkan bi Partiya Çepên Kesk pêkan e. Ez ê piştgiriyê bidim wan. Ji ber ku li cem wan dizî tune ye, tenê ji bo xizm û alîgirên xwe naxebitin. Divê hemû kes guh bide wan. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Divê her kes jî piştgiriyê bide wan.”    REWŞA ABORIYÊ NEBAŞTIR DIBE   Sîdar Erol jî bal kişand ser rewşa xerab a aboriyê û ev tişt anî ziman: “Li kargehê gelek lîsteyên deynan hene. Di demên berê de jî hebûn lê tu carî bi qasî vê demê nebûn. Di demên berê de me xêrek ji qezenca xwe didît. Me dikariya debara xwe bikin, keyfxweşiyê bikin û jiyaneke me ya civakî hebû. Lê niha li gel ku em esnaf in jî tu tiştek bi têrî me nake. Sedema vê rewşa nebaş jî îktîdar e. Yên ku welêt birêve dibin ew in. Dema bûn îktîdar, dolar bi yek lîreyan bû. Enflasyon ji xwe firiyaye. TUÎK daneyan parve dike û qala reqemên biçûk dike. Gelek mirov hene ku nikarin debara xwe bikin. Ji bo vê îktîdarê di 14’ê Gulanê de têk bibim, ez ê bixebitim. Bila gelê me rastiyê bizane û bibîne. Em bi vî awayî dikarin vê pergalê biguherînin.”    ‘BERPIRSYAR ÎKTÎDAR E’   Esnaf Mûrat Unturk jî qala zemên hikûmet dike kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de 3 kîloyên çayê bi 70 lîreyan bûn. Lê niha bûne 300 lîre. Heqê kirê, ceyran û gaza xwezayî sê qet zêdetir bûne. Sedema van pirsgirêkan tevan jî îktîdar e. AKP ev 20 sal in îktîdar e. Ji ber bihayên zêde, em carnan nikarin heqê tos û çayê jî gel gel bixwazin. Kesên li vir dijîn ji çîna karkeran e û pirsgirêkên wan ên aboriyê yên mezin hene. Divê gel di 14’ê Gulanê de berteka xwe nîşan bide. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Beyannameya wan bi xweşiya min çû. Xwedî siyaseteke hevgirtî ye. Partiyên din îro gotinekê sibe tiştekî dibêjin. Lê Partiya Çepên Kesk li gotinên xwe xwedî derdikeve. Ji berê heta niha gelek serokên giştî guherandin. Ev jî nîşan dide eşqeke wan a kursî nîne. Lê dema li partiyên din dinêrî, hinek kes hene ku ev 30 sal in li ser kursiya xwe ne. Banga min ji bo xelkê Bursayê ew e ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû. Divê li Bursayê herî kêm parlamenterek were derxistin. Hêvîdarim 14’ê Gulanê ji bo hemû gelan bibe rojeke xweş.”    BES E ÊDÎ HIŞYAR BIBIN   Welatiyê bi navê Muhammet Yenturk jî bi lêv kir ku beriya her hilbijartinê partî sozan didin û axaftina xwe wiha qedand: “Em êdî li benda sala 2023’yan a bi xêr in. Bila dolar bikeve, euro bikeve. Em êdî şerpeze bûn. Di demên berê de em diçûn bazarê û me bi hezar lîreyan danûstandina xwe ya mehane dikir. Em niha bi hezar lîreyan nikarin 4 poşetan jî bînin. Xelk fêm dike bê ka ez dibêjim çi. Baş bifikirin, biaqil bin. Êdî bes e hişyar bibin. Dengê xwe bidin cihê saxlem.”    MA / Omer Îbrahîmoglû