Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê 2023-05-08 21:46:14     ÎDIR - Partiya Çepên Kesk, li Taxa Ozgurê şahiyek li dar xist û ji bo beşdariya li mîtînga ku dê sibê bê lidarxistin bang kir.      Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Ozgurê ya Îdirê şahiyek hat lidarxistin. Şahî, bi coş û tevlibûneke xurt dest pê kir. Piştre namzetên Partiya Çepên Kesk yên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn hatin û bi gel re govend gerandin. Gel, namzetan bi dilgermî pêşwazî kir û daxwaza serkeftinê kirin. Piştî govendê namzetan gel silav kir. Namzetan bal kişand ser giringiya hilbijartinê û xwestin her kes biçe ser sindoqan.     Herî dawî ji bo beşdariya li mîtînaga ku dê sibê bi tevlibûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û hunermend Cevdet Bagca bê lidarxistin, hat kirin.