Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike 2023-05-08 16:49:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk a bajar bi bajar xebatên hilbijartinê didomîne, bang li welatiyan kir ku tev li mitîngên fînalê bibin.    Partiya Çepên Kesk bajar bi bajar xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di xebatên îro de banga mitîngên ku heta 14'ê gulanê werin kirin hate kirin.    ŞIRNEX    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê ji bo mitînga ku sibê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî li Qada Newrozê ya Cizîrê bê lidarxistin belavok belavkirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan û Zekî Îrmez û şandeya pê re li navçeyên Hezex û Cizîrê belavok belavkirin û gel vexwend mitîngê.   DÊRSIM    Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê re li taxên Sîhenk û Tûrişmek xebatên hilbijartinê domandin. Di xebatan da banga tevlibûna mitînga ku dê di 10’ê gulanê de bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir saet di 12.00’an de li Qada Seyît Riza bê lidarxistin hate kirin. Şandeya ku bi wesayîta hilbijartinê li taxan geriyan bi eleqeya gel a zêde re rû bi rû ma. Welaityan di pace û şaneşînan de îşaretên serkeftinê kirin û şande bi çepikan silavkirin. Di xebatan de her tim dirûşmeya “jin jiyan azadî” hate berzkirin.    Şandeyê serdana kedkarên li Herêma Senayiyê jî kir. Kedkaran wiha got: “Dengek ji bo Kiliçdaroglû dengek jî ji bo Partiya Çepên Kesk. Piştgiriya me ji bo we ye. Em ji her kesê re dibêjin deng ji bo Partiya Çepên Kesk”.    AMED    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Serhat Eren, Sorgul Aytek Avşar, Azad Bariş, Mehmet Kamaç, bi Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Hevserokên HDP’a Yenîşehîrê re serdana dikandarên Tekstîlên Herêma Senayiya Organîze kirin.    Ji namzetan Cengîz Çandar, Halîde Turkoglû, Mehmet Emîn Aktar û Hevseroka HDP’ê Gulistan Atasoy jî li navçeya Çinarê serdana dikandaran û gel kirin. Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan li vir demekî dirêj govend gerandin.    BALIKESÎR   Namzeta parlamenteriyê ya Balikesîrê Şevîn Coşkûn û endamên partiyê li navçeya Bandirmayê serdana gel û dikandaran kir. Coşkûn, di serdanê de mînakên pisûleyan nîşan dan û da zanîn ku partiya wan di rêza 12'emîn de ye.   ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî namzeta partiyê Semra Kiratli û kesên pê re li navçeya Karabaglar derî bi derî geriyan û li ser pisûlayê ka dê çawa deng bên avêtin vegotin. Endamên partiyê bal kişandin ser kirariyên deng avetinê û her wiha banga tevlibûna mitînga ku dê di 12'ê gulanê de li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin kir.    AYDIN    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûltanhîsar a Aydinnê li Atça Pazarê belavok belavkirin. Namzet Ebrû Gunay û Sînan Çakmakçi û kesên pê re pirsgirêkên ku dikandar ji ber krîza aboriyê dijîn guhdar kirin. Endamên partiyê ji dikandaran xwest ku dengekê bidin Partiya Çepên Kesk dengekê jî bidin Kemal Kiliçdaroglû.