Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê 2023-05-08 14:17:37   RIHA - Bi dehhezaran kes di mitînga Partiya Çepên Kesk a Rihayê de hatin ba hev û daxwazên xwe qêriyan. Di mitîngê de peyama “Di dawiya tariyê de dê ro hil bê” hate dayîn.    Partiya Çepên Kesk li rex AVM’a Novadayê ya li navçeya Halîliye ya Rihayê mitîngê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya, endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Kazim Hêvî Jiyan, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û bi dehhezaran kes tev li mitîngê bûn.    Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li mitîngê bûn û di dest de flamayên Partiya Çepên Kesk ketin qada mitîngê. Girse bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz dike.    ‘DÎTINA HERÎ DAWÎ DI 14’Ê GULANÊ DE YE’   Li pêşiya platformê pankartên “Em bi yekitiya xwe ser bikevin”, “Ji bo Malbata Şenyaşar edaletê dixwazin”, “Yekzilamê ku çandinî û sewalkarî tune kirî”, “Gelê ereb bi te serbilind e”, “Dîtina herî dawî di 14’ê Gulanê de ye” û “Dema derdikevî nifteya qesrê deyne bin pêmalê” hatin daliqandin.    JI BO JIN Û CIWANAN ÇEPIKÊN XURT   Jin û ciwan weke kortejê ketin qada mitîngê û bi pankarta “Dem dema jina ye” meşiyan. Dema ketin qada mitîngê çepikên xurt hatin lêdan û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadê olan da. Pankarta jinan li ser destdan birin heta ber dikê.    Bi dehhezaran kesên li qadê kom bûn, govend gerandin û bi dovîzên “Haydê ciwanno bila di tûra ewil de pêşeroja me ronî bibe”, “Dê di dawiya tariyê de roj hil bê” û “Wan pereyê me te dilê me dizî” daxwazên xwe anîn ziman.    Di mitîngê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin û piştre jî komên muzîkê derketin ser dikê.