Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir 2023-05-08 12:48:14   ÎZMÎR - Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga ku dê di 12’ê Gulanê de li Qada Gundogdû ya Îzmîrê were lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Partiya Çepên Kesk têkildarî mitînga ku dê di 12’ê Gulanê de li Qada Gundogdû ya Îzmîrê were lidarxistin, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan civîna çapemeniyê li dar xist. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.    Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk, ne tenê ji bo hilbijartinê, ji bo faşîzm têk biçe gelek kêm wext maye û wiha got: “Gelek kêm ma ku ev desthilata dijminê kurdan, elewiyan, jinan, ciwanan, kedkaran, xwezayê têk biçe û hêviya dayikan, karkeran, kedkaran, ciwanan didize hesabê bide.”   ‘EM XEBATAN TACÎDAR BIKIN’    Çelîk, anî ziman ku bi armanca ku li her derê Îzmîrê malek, kolanek, taxeke ku nekevinê nehêlin xebatên xwe didomînin û wiha got: “Me di demekî kurt de bi dehan civînên gel li dar xisitn. Bi bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ di serî de li buroyên me yên jinan me têkoşîna xwe ya azadiyê jinê bi hezaran jinan re anî bahev û bi wan re meşa xwe mezin kir. Em li Îzmîrê bi gelek saziyên baweriyê, sendîka, odeyên pişeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û komeleyên herêmî re hatin cem hev û dan û standina fikran kir. Eleqeya gel a di xebatên me yên hilbijartinê de baweriya me ya qezenckirinê zêdetir kir.”   KESÊN TEV LI MITÎNGÊ DIBIN   Çelîk, destnîşan kir ku wê bi mitînga fînalê ya di 12’ê Gulanê saet 17.30’an de li Qada Gundogdûyê li dar bixin, xebatên xwe tacîdar bikin û têkildarî mitîngê de ev tişt gotin: “Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Rêxistinê Berpirsyar Ozlem Gunduz, nûnerên pêkhate û tifaqa me Ozlem Gumuştaş, Cavît Ûgûr, Juliana Gozen, Ercument Akdenîz, Abdûrrahman Suleyman û Başak Demîrtaş wê tev li mitînga me bibin û Koma Lawje û Nûrcan Degîrmencî dê derkevin ser dikê.”   ‘JI BO MITÎNGÊ BANG HATE KIRIN’    Çelîk, ji bo serdemeke nû, ji bo hevî û pêşerojê bi hev re ava bikin bang li gelan kir û wiha got: “Em bang dikin ku tev li Mitînga Îzmîrê ya Mezin a 12’ê Gulanê bibin û bibin kirdeye meşa me ya dîrokî ku desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê têk bibin.”