Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk 2023-05-08 11:29:09   ÎZMÎR - Selahattîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: “Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk ku demokrasî li Meclisê bihêztir bibe.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê ji hilbijêrên îzmîrî re peyamek şand.    Peyama Demîrtaş a li ser hesaba wî ya medyaya dijîtal hatiye parvekirin wiha ye: “Silav ji bo xelkê Îzmîrê. Em tevek ji bo guherînê dixebitin. Hewldana me ji bo demokrasî, azadî û aştiyê ye. Bêguman ev kar dê di tûra ewil de xelas bibe. Hûn jî ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk da ku demokrasî li Meclisê bihêztir bibe. Em ê di rojên azad de hev bibînin Îzmîr! Bi hesret, bi hezkirin...”