Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin 2023-05-08 11:28:28   QERS/ERDEXAN - Partiya Çepên Kesk li navenda Qersê mitîngê û li navçeya Golan a Erdexanê jî hevdîtina bi gel re li dar dixe.    Partiya Çepên Kesk li du bajarên girîng ên Serhedê bi gel re hevdîtina dike. Li Qersê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Qada Cumhuriyetê mitîng tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û tevlibûna zêde ya ciwan û jinan balê dikişîne. Tevî baranê jî gel hêj jî diherike qada mitîngê. Welatiyan li ber stranan xelekên govendê gerandin. Mitîng, bi axaftinan didome.    LI GOLANÊ HEVDÎTINA BI GEL RE    Her wiha li navçeya Golan a Erdexanê jî bi hinceta mitînga Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, destûr nehat dayîn ku Partiya Çepên Kesk mitîngê li dar bixe. Rêveberên Partiya Çepên Kesk mitîng betal kirin û veguherandin hevdîtina bi gel re. Gelek kes tev li hevdîtinê bûn û axaftin tên kirin.