Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin 2023-05-08 10:31:31   ANKARA - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê de hat girtin got ne ew heqîqet hatiye girtin. Rojnamevan Sedat Yilmaz jî da zanîn ku ew bi nûçeyên ku çêkiriye hatiye tawanbarkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 29’ê nîsanê li 15 bajaran operasyon hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de bûn. Muftuoglû û Yilmaz di Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê de ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Gelek aliyan bertek nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên beriya hilbijartinê û êrişên li ser çapemeniya azad hatin kirin dan û şermezar kirin. Muftuoglû û Yilmaz ên hatin girtin, ji Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin peyam şandin û diyar kirin ku çapemeniya azad wê bi ser bikeve û ev îktidara ku tarîtiyê afirandiye wê di 14'ê Gulanê de biçe.   ‘DESTÊN ME BI KELEMÇEYAN JIDANDIN’    Muftuoglû anî ziman ku 5 hevalên wê yên rojnameva piştî hatin binçavkirin, bi ser malên wan de jî hat girtin û hemû alavên wan hatine desteserkirin. Muftuoglû wiha got: “Piştî rêwîtiya 15 saetan a otobusê em anîn Enqereyê. Li ser xebatên me yên rojnamegeriyê û axaftinên me yên bi telefonê ji aliyê kesên ku di qadên cuda de dixebitin û em wan nas nakin jî ji me pirsîn. Sînyalen ji heman stasyona bazê ku nêzî hev bûne wek sûc hatine dîtin û wek tiştek rêxistinî hatiye dîtin. Dema roja 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê nîşan da, kelepçeyên ku 4 roj bûn li ser destê me bûn, hîn zêdetir hatin jidandin. Ekîbek profesyonel li ser karûbarên me binçavkirinê sekinîbû. Xwestin serê min bitewînin lê min destûr neda viya.”   ‘ÎKTIDAR DÊ BIÇE, ROJ WÊ HILÊ’    Mûftûoglû da zanîn ku îktidar dixwaze hemû rojnamevanan bitirsîne û tawanbar bike û wiha got: “Îktidara ku di van rojan de nivîsandina heqîqetê sûc dibîne û li pêşiya azadiya çapemeniyê asteng e, bêguman wê biçe. Desthilatdariya ku ev 10 meh in bi hemû operasyonên ku li dar xistiye hewl dide textê xwe xurt bike, wê li pêşberî têkoşîna azadîxwazan têk biçe. Li di nav çar dîwaran de jî em ê hewl bidin raya giştî ya demokratîk agahdar bikin û rastiyan binivisînin. Em dizanin ku tişta li vir tê xwestin bê girtin ne em in, heqîqet e. Ji ber vê yekê em bang li hemû hevrêyên xwe dikin ku ji bo parastina heqîqet û rojnamegeriyê li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû STK û civakê dikin ku xwedî li mafê xwe yê agahdarbûnê derkevin. Rewşa tarî ku hatiye afirandin helbet li benda hilatina rojê ye. Li dijî hemû tarîtiyan em ê bi ser bikevin, çapemeniya azad wê bi ser bikeve. Silav û hezkirin.”   ‘YÊN KU OPERASYON KIRIN WÊ DI HILBIJARTINÊ DE BIÇIN’    Yilmaz anî ziman ku yên operasyon pêk anîne yên li ber çûnê ne û wiha got: “Beriya her tiştî ez spasiya saziyên pîşeyî yên hevkarî û hewldanên wan dikim. Hemû sûcdariyên li ser min nûçeyên ku min di jiyana xwe ya pîşeyî ya 23 salan de çêkiriye ne. Hemû kar û barên min ên rojnamevaniyê hatine şopandin û dixwazin bi rojnamevaniyê min sûcdar bikin. Hewl didin ku pêvajoya bi derewên şahidek veşartî ku hebûn an nebûna wî nediyar e, xwe di sûcdariya min de qanih bikin. Operasyona hilbijartinê bû. Sedemek jî ev e ku biryardariya min a bi hevkarên min ku hatin girtin re ye. Yên ku operasyona hilbijartinê pêk anîn wê di hilbijartinê de biçin. Ji her kesî re silav û hezkirin.”