Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye 2023-05-08 09:03:30 ÎDIR - Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî ya Îdirê Sedat Bulgay, bal kişand ser xebatên hilbijartinê û got: "Gel ewqas ji xwe bawer in, dema ku hûn derdikevin qadan xwe gelekî bi hêz hîs dikin. Yanî zext, girtin, binçavkirin û çewisandinên sîstemê ji ber enerjiya ku em ji gel distînin tu bandorê li me nake."   Li Îdirê xebatên hilbijartina ku hefteyeke din wê bê kirin bênavber didomin. Îdir, yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku gelek netewên weke kurd, terekeme, azerî lê dijîn. Îdir, bi daneyên nûjen 133.683 hilbijêrên wê hene û 473 sindoq dê lê bên danîn. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’yan de bi 54 hezar 288 dengan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her du parlamenter jî bi dest xist û Mehmet Emîn Adiyaman û Kiznaz Turkelî şandibû Meclisê.    Dîsa di hilbijartina heman salê ya 1’ê mijdarê de ku hatibû dubare kirin HDP’ê 4 hezar 846 deng winda kiribûn û bi 49 hezar 442 dengan tenê Mehmet Emîn Adiyaman şandibû Meclisê. Di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de jî HDP’ê bi 41 hezar 545 dengan Habîp Eksîk şandibû Meclisê. Niha jî Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê ji bo 2 parlamenteran kar bike dimeşîne.    VEGUHEZANDINA HILBIJÊRAN    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sedat Bûlgay ku niha bi karê zanîn û teknîkî yên Partiya Çepên Kesk ve mijûl e, têkildarî hilbijartinê axivî. Bûlgay destnîşan kir ku komîsyona hilbijartinê ava kirine û bi hejmarên di destê wan de têkiliyê datînin û bi hilbijêran agahdar dikin. Bûlgan got ew ê roja hilbijartinê gelek hilbijêrên dûr veguhezînin ser sindoqan.    ‘EM QET NAWESTIN’   Bûlgay diyar kir ku ew di xebatên li taxan de jî pûsûleya bi hilbijêran didin nasîn. Bûlgay bi lêv kir ku ji dayîkên tenê bi kurdî dizanin re dibêjin “dengên xwe bidin darê” û wisa agahiyan parve dikin. Bûlgay bi domdarî wiha got: “Gava mirov li qadê be pirtir kêfxweştir dibe. Evînek, hezkirinek bêhempa heye li hemberî partiyê. Gel ewqas xwebawere ku gava tu wan dibînî xwe gelek bi hêz hîs dikî. Ji ber enerjiya ku em ji gel digirin tu zext, lêferzkirinên polîtîkayên şer, girtin, biçavkirin, şopandin û tacîza pergalê li ser me bandor nake. Em bi sê, çar komîsyonan û bi dehan hevalan re bi hev re dixebitin. Em serê sibê saet 7’an de dest pê dikin û heta saet 10, 11 û carna jî 12’ê şevê berdewam dikin. Lê hûn bawer bikin ku qet hîsa westanê û betilînê nîne. Ez bawerim wê tevahî pêvajoya hilbijartinê wisa berdewam bike.”   SEDALA DUYEMÎN Û GUHERÎN   Bûlgay destnîşan kir ku ew bi gotina di sedsala duyemîn a komarê de bi gotina demokrasî û edalet derketine rê. Bûlgay da zanîn ku ew ji bo nûnertiyeke xurt û ji bo rehetiya welat tekoşînê dikin û wiha pê de çû: “Çavê hemû gel li hilbijartinê ye. Li gel vê yekê zextek pir mezin jî li ser me heye. Li hember çapemeniyê û gelek hevalên me yên rêveber operasyonên cuda tên kirin. Heta şanogeran jî binçav dikin û digirin. Di pêvajoyên wisa de gel jî berteka xwe nîşan dide. Hilbijartin jî bi dawî anînek e. Di dawiyê de derfetek ji bo hilweşandina desthilat û hikûmeta ku tu jê heznakî derdikeve pêşiya te. Polîtîkayên deshilata AKP’ê yên weke zext, girtin, binçavkirin, pirsgirêkên civakî û aborî gel perîşan kiriye. Hilbijêrên AKP’ê bi xwe jî gelek bi hêrs in. Em ê di vê hilbijartinê de mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û armanca xwe ya 100 parlmenteran pêk bînin. Em ji bo Îdirê 2-0 dibînin. Heke em hilbijêrên ji bajarên dûr jî binîn wê li Îdirê 2, li tevahiya welat jî em ê 100 parlamenteran bişînin Meclisê."    ‘EM Ê KÎSKÊN DENGAN HETA YSK’YÊ BIŞOPÎNIN’   Bûlgay bal kişand ser ewlehiya sindoqan û wiha dirêjî da axaftin: “Bi îtîraza partiya pergalê MHP’ê û em bi Partiya Çepên Kesk re em nikarin endamên lijneya sindoqan bicih bikin. Pirsgirêk hene lê em zû bi zû paşve gavan neavêjin. Em bi tevahiya gelê xwe re di nava seferberiyê de ne. Wê wezîfedarên me li her dibistanê hebin. Gelek kes ji bo muşahîtiyê serlêdan dike. Em dikin ku li hemû sindoqan muşahîtan bicih bikin. Em li gel şêniyên taxan diaxivin û hişyariya ewlehiya sindoqan li wan dikin. Yanî em ê hatina wan kîskên dengan ji dibistanê heta çûyîna Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bişopînin.”   PIŞTEVANIYA GEL   Bûlgay da zanîn ku hevalên wan pir dixebitin û divê gel, pêşengtiya van xebatan bike û ev tişt gotin: “Bila hevalên me bi tenê nehêlin. Lê em bi hemû derfetên xwe ji bo pêşî li pirsgirêkan bigirin xebatan dikin. Ji ber ku em texmîn nakin ku wê desthilat di roja hilbijartinê de tiştek çawa bike. Em jî bi qasî destê me tê ji bo ewlehiya hilbijartinê dixebitin. Heval û namzetên me bi fedakariyeke mezin dixebitin û em ê hemû hedefên xwe yên li Îdirê, Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin.”   BANGA MITÎNGÊ   Bûlgay diyar kir ku ew ê di 9’ê mehê de mitîng li dar bixin û wiha got: “Di 9’ê mehê de li Qada Şaredariyê mitînga me heye. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û hunermend Cevdet Bagca tev li mitînga me dibin. Em ê di pêşiya hilbijartinê de moreleke mezin bigirin û hemû gelên xwe em vedixwînin mitînga xwe. Bila kerem bikin bên û em bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”   MA / Bazîd Evren