ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-08 09:00:48   * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji bo “Mîhrîcana Rêya Sûrê” ya Wezareta Çandê bi giştî 7 milyon û 59 hezar lîre xerc kir ku ji wan 5 milyon û 540 hezar lîre ji bo “karê duçerxê” hatiye xerckirin.    * Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê ya HDP’î Nafiya Geçgel a di hembêza wê de zarokê wê Denîz Poyraz gund bi gund di nav xebatên hilbijartinê de cih digire, wiha got: “Heta ku ez hebim ez ê vê dozê bi zarokên xwe re bimeşînim.”   * Apê Sebahat Tuncel, Mehmet Tuncel bi lêv kir ku partiyên pergalê heta niha ji bo elewiyan tu tişt nekirine û wiha got: “Banga min ji bo elewiyan û hemû pêkhateyên bindest ew e ku dengên xwe bibin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku xelasiya me bi wan dibe.”    * Partiya Çepên Kesk li Îdirê ji bo 2 parlamenteran derxîne xebatên xwe didomîne. Rêveberê Partiya Çepên Kesk Sedat Bulgay got ku gel guherînê dixwaze û AKP’î bi xwe jî ji îktîdarê aciz in.    * Namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên Herêma Egeyê wiha gotin: “Dê di 14’ê Gulanê de jin rejîma yekzilamî û faşîst têk bibin. Jin dê hêza guhertinê nîşan bidin.”   * Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê psîkolog Mevlut Ulgen diyar kir ku heke partiya wan bi awayekî xurt bikeve parlamentoyê dê hemû fikar û bêhêvîtî ji holê rabin. Ulgen, got ku baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye.    * Namzeta Parlementeriyê Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalli Balsakê bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê û got: "Ev hilbijartinê wekî şerê man û nemanê ye. Bi taybetî jî ji bo jinan pir girîng e, ji ber ku ew tim rastî tahdeyê tên."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 777’an de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Qersê; bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li navçeya Halîliye ya Rihayê; bi tevlibûna parlamenterê HDP’ê Garo Paylan li navçeya Golan a Erdexanê mitîng û civîna gel li dar bixe. (11.30, 14.00, 12.00) ZINDΠ   * Partiya Çepên Kesk wê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomîne. (11.00-21.00)   * Tora Têkoşîna bi Tundiyê re û DAKAP têkildarî girtin û binçavkirinên li bajêr dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (12.30)     * TEHÎS, dê têkildarî qetilkirina stranbêj Cîhan Aymaz ê stranên kurdî digotin a li Stenbolê wê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan çalakiya şermezarkirinê li dar bixin. (18.00)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce wê li Dortyolê civîna gel bê lidarxistin. (18.00)