Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin 2023-05-07 19:42:43   MÊRSÎN-  Li navçeya Tarsûsê komeke nijadperest a MHP’î êrişî wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk kir. Di êrişê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn û lastik û camên wesayîtê jî hatin perçekirin. Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk, rastî êrişa komeke nijadperest a MHP’î hat. Saet li dor yekê nîvro li Kolana Ataturkê ya Taxa Yenîmahalleyê, gava wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk di ronahiya sor de sekinîbû, komeke ji 20 kesan pêkhatî pêşiya wesayîtê birî. 7 xebatkarên di wesayîtê de ewilî rastî xeber û heqaretên koma nijadperest hatin. Paşê koma nijadperest a MHP’î bi daran û kêran êriş bir ser xebatkarên Partiya Çepên Kesk. Di bûyerê de 5 xebatkarên partiye birîndar bûn. Her wiha lastîkên wesayîtê û camên wê jî hatin perçekirin. Hat hînkirin kesên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.