Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e 2023-05-07 13:47:25 RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku ji bo edaletê guhertin şert e û wiha got: “Ji bo guhertinê Riha amade ye.” Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 776’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û dawiya hefteyê ye dayik Emîn Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo xebatên hilbijartinê daket kolanan.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Bû 776 roj. Edalet bi cih nehat. Em edaletê dixwazin. Ji bo edaletê guhertin şert e. Riha ji bo guhertinê amade ye.”