Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin 2023-05-07 11:06:53   STENBOL - Ciwanên ku bertek nîşanî qetilkirina Cîhan Aymaz dan û îşkence li wan hat kirin gotin: “Wê qet nikaribin serê me bitewînin.”    Li Rihtima Kadikoya Stenbolê di 2’yê gulanê de stranbêjê kurd Cîhan Aymaz ê 30 salî ji ber ku strana “Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiyeya min)” negotiye ji aliyê êrişkarê nijadperest Cîhan Aymaz ve hat qetilkirin.    Rojek piştî qetilkirina Aymaz, Partiya Çepên Kesk li şûna cihê qetilkirinê çalakî li dar xist û stranbêj bi bîr anîn. Piştî çalakiyê Aydin Koçûk û Mehmet Îkto li nava kolanekî hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirin. Polîsên bi navê Ercan Bûlût û Kemal Aslan he du ciwanan dişopînin û bi darê zorê wan li wesayîtê siwar dikin û dibin qereqolê. Piştre derket holê ku îşkence li her du ciwanan hatiye kirin.    Her du ciwan bi hinceta “li ber polîsan rabûne” îfadeyên wan li dozgeriyê hatine girtin û paşê hatine berdan. Li ser gilîkirina her du ciwanan derbarê polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin.    Her du ciwanên bi îşkenceyê re rûbirû man, qala tiştên hatine serê wan kirin.    HÊZA TIRKO: ÎŞKENCE    Mehmet Îkto da zanîn ku bi hinceta kontrola nasnameyê polîsan ew sekinandine û wiha got: “Çêr û heqaretan li me kirin. Polîsan me li wesayîtê iswar kir û li me dan. Rasterast polîsan me bir qerqolê. Me birin qereqolê û li erdê dirêj kirin. Destê me kelemçe kirin. Li erdê ji me re gotin, ‘hûnê hêza tirko bibînin’. Gef, heqaret û çêran li me kirin. Her ku me serê xwe radikir, pehînan li serê me dixistin. Îşkenceyek giran li me kirin.”   ÎŞKENCE Û TACÎZ    Îkto anî ziman ku polîsan ji wan re gotiye, “Cihek bi navê Kurdistan nîne” û “Polîsê tirk wisa dike” û li gel tundiya fizîkî tundiya derûnî û tacîz jî li wan hatiye kirin. Îkto anî ziman ku dema dosyeyên xwe radestî Saziya Tiba Edlî kirine nehatine muayenekirin û ewlehiya canê wan nîne. Îkto got ew bi zîhniyetek ku dikare her tiştî bike re rûbirû mane.    ‘WÊ NIKARIBIN SERÊ ME BITEWÎNIN’    Îkto da zanîn ku ji bo civak bitirse û bê tepisandin polîs rêbaza îşkenceyê dixe dewrê û got: “Her çiqas vê îşkenceya giran li me kiribin jî, lê em ê bêtir bi hêz bibin. Her çiqas we îşkence li me kiribe jî lê hûn nikarin a dilê me derxin. Hûn nikarin serê me bidin tewitandin.”    ‘WÊ HESABÊ ÎŞKENCEYÊ BIDIN’    Aydin Koçuk ê ku îşkence lê hatiye kirin jî wiha got: “Armanca wan ew e ku komên mûxalîf bi giştî tasfiye bikin. Ji bo wê îşkenceyê dikin. Em îşkencekaran nas dikin û ew jî me baş nas dikin. Hewl didin ciwanên kurd û mûxalîf di li gorî armancên xwe bitirsînin. Ji ber vê yekê êriş kirin. Em jî vê sozê didin gelê xwe; Em ê tu carî serî li ber çeteyên ku dişibin polîsan û van klîkên ku di nava dewletê de ne, serî netewînin. Em ê hesabê vê bi rêyên demokratîk, li dadgehan bipirsin. Ew ê bêne darizandin. Zû yan dereng ew ê li hesabê vê îşkenceyê bidin.”   MA / Mehmet Aslan