Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e 2023-05-07 09:22:50   BÛRSA - Mehmet Dîlek ku tevî hemû astengiyan jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, ji bo jiyaneke hevpar wiha bang kir: "Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."    Li Bûrsayê tevî hemû astengî û bendan jî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk didomin. Reklamên partiyê yên di bîlboardan de ji aliyê derdorên nijadperest ve tên çirandin û wesayîtên anonsê yên partiyê jî rastî cezayên polîsan tên. Giliyên partiyê jî bê bersiv tên hiştin.    ‘SEDEM DETSHILAT E'   Mehmet Dîlek ku di nava xebatên Partiya Çepên Kesk de ye, diyar kir ku ev êriş bi zimanê desthilata heyî tên kirin. Dîlek destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê hilbijartinên dîrokî ne û got: "Lê êrişkarî û provakasyonên hikûmeta heyî, nîşaneya çûna wan in."   Dîlek anî ziman ku di xebatên hilbijartinê de dme bi dem bi hin astengiyan re rû bi rû dimînin û got: "Bîlboardên ku me bi awayekî qanûnî ew kirê kirine, bi nivîsan gotinên heqartî li ser wan tên nivîsandin. Me gelek caran gilî kir, lê pêşî li ber nehat girtin. Çima? Ji lew re ev tişt bi zimanê hikûmeta heyî tên kirin."    Dîlek bilêv kir ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi wesayîtan dikin û got ku wesayîtên Partiya Çepên Kesk jî bi awayekî kêfî û bêhiqûqî tên astengkirin û got: "Wesayîtên me disekinînin. Wekî ku bibêjin çima hûn dixebitin, radibin wesayîtên me girêdidin."    ‘EM Ê PAŞ DE GAV NEAVÊJIN'   Dîlek destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî xebatên wan ên hilbijartinê didomin û got ku ew ê bi hev re pergalê biguherînin. Dîlek got: "Em ê berbayî van provakasyonan nekevin. Qethiyen em ê paş de gav neavêjin."    Dîlek di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Bûrsayê kir ku ji bo jiyaneke wekhev û azad dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.