ROJEVA 7'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-07 09:00:48   * Hevserokê HDP yê Meletiyê Kemal Gedîk bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û wiha bang kir: "Heke em sindoqan biparêzin, em ê karibin ji Meleetiyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê."   * Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku Waliyê Şirnexê û rayedarên dewletê li gundan ji bo hilbijartinê dixebitin û gefê li gel dixwin ku bibin endamên AKP'ê.    * Mehmet Dîlek ku tevî hemû astengiyan jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, ji bo jiyaneke hevpar wiha bang kir: "Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."    * Li Hatayê ciwanên ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bînin, anîn ziman ku divê desthilat biguhere û gotin ku ji bo vê jî ew ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    * Li yek ji navendên erdhejê Bazarcixê mexdûrên erdhejê li benda hilbijartinê ne. Xelkê navçeyê dibêje ku dê di hilbijartinê de hesaba tiştên jiyayîn ji îktîdarê bipirsin û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    * Ciwanên ku wê nû ray bikar bînin û qedera hilbijartinê diyar bikin banga piştevaniya ji bo Partiya Çepên Kesk kirin û gotin: “Ray û rêya me Çepên Kesk e.”   * Dikandarên li Dêrsimê destnîşan kirin ku krîza aborî ya kûr dibe di encama polîtîkayên şer ên desthilatê de ne û wiha got: “Ji bo ji konsepta şer were derketin divê desthilat bê guhertin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 776’an de berdewam bike.    * Partiya Çepên Kesk dê lig elek bajaran xebatên xwe bidomîne. (10.00-21.00)   * Partiya Çepên Kesk wê bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li rex Walîtiya Şirnexê, li Qada Komarê ya Edremît a Balikesîrê, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Parka Jinan a 8’ê Adarê ya Êlihê û li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Qada Lale ya Manîsayê; bi tevlibûna siyasetmedar Ahmet Turk li Qada Newrozê ya Dîlokê; bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê û Parka Merînos a Bûrsayê; bi tevlibûna namzetên Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder li Qada Heykel a Çorlû ya Tekîrdagê wê mitîng û civînên gel bên lidarxistin. (13.00, 13.00, 13.00, 16.00, 17.00, 15.00, 13.00, 16.30, 17.00)