Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî 2023-05-06 19:00:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Reqayê çalakiyek lidar xist û ji bo azadiya fîzkî ya Abdullah Ocalan bang kir.   Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Reqayê çalakiyek lidar xist. Çalakî li Qada Newroz a li rex Çerxerêya Firosiye hat lidarxistin. Bi hezaran şênî, rûspiyên Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ku bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Ocalan mîsogeriya demokrasiyê û ewlehiya herêmê ye” hat lidarxistin. Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Fîras Remadan axivî û got: “Me ev çalakiya xwe lidar xist ji bo bidawîkirina zilmê û çewisandina li ser gelên cîhanê û Rojhilata Navîn.”   Bi navê însiyatîfê Nazîfe Xelo axivî û got: “Sozdestî û sitemkarî welatan dikin girtîgeh. Lê nizanin ku dîwarên kelehên wan nikarin li pêşiya vîna gelan û şoreşgeran bi ser keve. Ew dîwar dê li hember qîrîna gelên şoreşger bi ser keve û nikarin fikrên şoreşger û xewnên gelan têk bibin.”   Nazîfe di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê gel hevgirtî be.   Her wiha bi navê rûspiyên Reqayê serokeşîrê êla El Bû Cabir şêx Nayif El Dêf axivî û got: “Welatê me bi jiyana hevbeş navdar e. Ji destpêka dîrokî ve, gelan bê cudahî bi hev re jiyan û bû yek ji adetên me.”   El Dêf wiha domand: “Ronakbîr û Rêber Abdullah Ocalan têkoşiya û bi çanda van gelan û dîroka wî ya rasteqîn bawer kir. Ji bo aloziyê çareserî peyda kirin. Bawer kir ku xwişk û biratî û jiyana hevbeş, dîroka rastîn a van gelan e û ne dîroka dewletê û desthilatê ye ku fêrî gelan kiriye.”   Bi navî qebîle û êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Nayif El Dêf bang li Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê kir ku alîkariya gelê Tirk bikin ji bo ku desthilata Erdogan hilweşe.   Hevserokê kar û barên olî yê Tebqayê Ednan Ilêwî bang li gelên cîhanê kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan serî hildin.   Di dawiya çalakiyê de, Koma Diret El Firat a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê û koma Xabûr a Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê berhemên xwe pêşandan.