Gezmîş, Aslan û Înan li Enqereyê hatin bibîranîn 2023-05-06 16:44:00 ANKARA - Li ser gora Denîz Gezmîş bîranîn hat lidarxistin. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku ew ê mîrateya Denîz Gezmîş û hevrêyên wî berfireh bikin.    Di ser darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ên pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê ku di 6’ê Gulana 1972’yan de hatin darvekirin, 51 sal derbas bûn. Li ser gora Denîz Gezmîş a li Goristana Karşiyakaya Enqereyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Rêveber û endamên HDP, Partiya Çepên Kesk, CHP, TÎP’ê û gelek kes tev li bernameyê bûn.    Di bîranînê de pankarta “Em li ser rêya Denîzan in” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku Denîz, Yûsûf û Huseyîn bi awayek bêedalet hatin darizandin û bêînsaf hatin darvekirin û têkoşîna wan her ku çû mezin bû. Sancar anî ziman ku îktidara AKP-MHP’ê îro zîhniyeta faşîst a cuntaya 12’ê Îlonê û kujerên Denîzan bi rê ve dibe. Sancar destnîşan kir ku îro ne roj roja şînê ye û îro roja roja xwedî derketina mîrateya her sê şoreşgeran e û berfirehkirina têkoşîna wan e. Sancar diyar kir ku ev têkoşîn neqediyaye hê didome û wê her têkoşîna wan bidome û dê bi hev re biguherînin û bi ser bikevin.