Xwendekarên lîseyê ji bo piştgiriya herêmên erdhejê kermes çêkirin 2023-05-06 16:43:33   TEKÎRDAG - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê Mûazzez Orhan Işik piştgirî da kermesa xwendekarên lîseyê.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Endamên partiyê û namzeta parlamenteriyê Mûazzez Orhan Işik serdana kermesa xwendekarên Lîseya Anadolûyê ya Teknîk û Pîşeyî ya Çorlûyê kir.    Xwendekar wê dahata ji kermesê bi dest bixin ji herêmên erdhejê re bişînin. Işik û kesên pê re xwendekar pîroz kirin û piştgiriya wan kir.