Garo Paylan: Erdogan 7 roj şûnve diçe 2023-05-06 15:45:33 KONYA - Parlamenter Garo Paylan di hevdîtina Partiya Çepên Kesk a Konyayê de axivî û got: “Bila ev jî mizgîniya min be ji bo we, belkî Erdogan ne di ferqê de be lê 7 roj şûnve diçe.”    Partiya Çepên Kesk li Konyayê bi awayek girseyî hevdîtina gel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk tev li hevdîtinê bûn û coşa gel balê kişand ser xwe. Girseyê alên partiyê hildan û demek dirêj govend gerandin.    Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Konyayê Mûlla Şîmşek bal kişand ser krîza aborî û got: “Xelkê muhtacî pîvazên hişk kirin. Em ê dawî li vê pergalê bînin. Ji bo em du parlamenteran derxin, divê tenê em bi xwe bawer bin. Ewlehiya sindoqan girîng e.”    PAYLAN: ME ÇONG DANENΠ   Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan jî bal kişand ser zextên tên kirin û destnîşan kir ku wan li ber êrişan çong daneniye û wiha got: “Me çonga xwe tewand, ne jî me paşve gav avêt. Em vê zîhniyeta dijminê jinan, gelan û feqîriyê aniye hefteyek şûn ve dişînin. Bi salan e zilmê dikin. Hêrsek mezin heye. Hefteyek şûnve hûnê biçin ser sindoqan, hûnê bi wê hêrsa xwe sindoqan tije bikin. Em ê wê êvarê di govendê de bikevin mile hev. Li her deverê ala Partiya Çepên Kesk ba dibe. Divê herî kêm em ji Konyayê jî parlameberek bişînin. Ez li vir mizgîniya xwe didim, belkî Erdogan ne di ferqê de be lê ew 7 roj şûnve diçe. Em ê wî bişînin.”