Bûldan: AKP wê biqede û Erdogan jî wê têk biçe 2023-05-06 15:42:59 ANTALYA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê li Antalyayê xîtabî bi hezaran kes kir û got: “Em ê carek din destûr nedin ku diz û talanker bi ser bikevin. Em ê AKP’ê û Erdogan bişînin.”  Partiya Çepên Kesk li Antalyayê li ber Eywana Sporê ya Tûrgût Ozal mitîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokwekîlê Koma HDP’ê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Antalyayê Sarûhan Olûç beşdarî mitîngê bûn.    Tevî barana zêde jî bi hezaran kesan qada mitîngê tije kirin. Qad bi alên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Di mitîngê de bênavber dirûşm hatin berzkirin û pankart û dovîz hatin hildan.    Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Namzet û hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê derketin ser dikê û gel silav kirin.    ‘MOHRA XWE LI BINÊ DARÊ BIDIN’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabî gel kir û wiha axivî:   “Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de berpirsiyarek mezin dikeve ser milê her kesî. Em ê carek din destûr nedin ku diz û talanker bi ser bikevin. Em ê AKP’ê û Erdogan bişînin. Dirûşma wan dibêje, ‘Dema rast, zilamê rast’. Em jî dibêjin dem rast e lê zilam xelet e. Wê ev zilam têk here û AKP bi qede. Ji bo AKP têk here divê her kes mohra xwe li binê Partiya Çepên Kesk bide û van zaliman bişîne. Divê herî kêm em du parlamenteran ji vî bajarî bişînin Meclisê. Gotin jî û mohr jî ya we ye. Divê Antalya destûr nede ku Erdogan were bijartin. Rêya we û rêya me vekirî be. Ez ji me hemûyan re serkeftinê dixwazim. Nexasim ez ji Antalyayê re serkeftin dixwazim. Em vê mitîngê qebûl nakin, em ê carek din ji bo pîrozbahiyê werin vir. Teqez em ê bi ser bikevin.”   Piştî axaftina Bûldan Jin Ma derket ser dikê û mitîng li ber stranên komê bi dawî bû.