Li Hatayê leşkeran êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kir 2023-05-06 15:04:59   HATAY - Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî êrişa leşkeran a li dijî wesayîta anonsê ya Partiya Çepên Kesk şermezar kirin û gotin: "Dê îktidar biçin, hûnê neçar bimînin hesab bidin.”    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têkildarî xebatkarên wesayîta anonsê ya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Taxa Serînyolê ya navçeya Antakyayê ya Hatayê bi êrişa leşkeran ve rûbirû man, daxuyanî dayîn. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Hatayê Şîrîn Nur Vural û Semîh Aksakal, rêveberêb Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rêveberên Baroya Hatayê beşdarî daxuyaniya li taxa Serînyolê hat dayîn, bûn.   Endamê Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) Hasan Ozgun di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê li pêşberî darazê ji êrişkaran hesab bipirsin û ew dixwazin her kes bibe dilxwazên Partiya Çepên Kesk.    'EM Ê HESAB BIPIRSIN’    Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Hatayê Alî Bîlgîn jî diyar kir ku hemû kozên di destê îktidarê de qediyane û lewma dest bi êrişkirina Partiya Çepên Kesk û HDP’ê dike û got: “Hemû qanûnan ji bîr kirine û wek ku îktidar hêza ewlekariyê be  tevdigerin. Em çalakiya duh bi vî rengî dixwînin. Em ê derbarê vê mijarê de gilîbikin û bûyerê bişopînin. Îktidar biçe hûnê neçar bimînin hesab bidin. Ji ber vê yekê li gorî yasayan tevbigerin. Hûn nikarin pêşî li mafên me qanûnî bigirin. Teqez em ê li hesabê vê yekê jî bipirsin.”    ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR    Namzeta Partiya Çepên Kesk a Hatayê Şîrîn Nûr Vûral jî êrişa li dijî hevalên wan hatiye kirin şermezar kir û got: “Em ê her demê, li her qadê û bênavber têkoşîna xwe bidomînin.”