Ji 3 ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekî hate dîtin 2023-05-06 14:45:52   DÊRSIM - Ji 3 ciwanên ketin Çemê Munzurê û winda bûyîn cenazeyê Baran Aslantaş hate dîtin.    Ciwanên bi navên Mehmetcan Demîral, Baran Aslantaş û Azad Demîral ku ji bo geştê çûbûn Dêrsimê, li navçeya Pulurê qeza kiribûn û wesayîta wan ketibû Çemê Munzurê. Xebatên ji bo dîtina ciwanan di roja 16'an de berdewam dikin. Îro di encama xebatan de cenazeyê Baran Aslantaş hate dîtin.    Cenazeyê Aslantaş rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo dîtina her du ciwanên din berdewam in.