Ensarîoglû yê AKP’î bi soza kar û îhaleyan dengan dixwaze 2023-05-06 12:28:15   AMED - Hate diyarkirin ku namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê Galîp Ensarîoglû ku li bajêr eleqeya dixwaze nabîne, bi soza îhaleyan ji karsazan, bi soza kar jî ji welatiyan deng dixwaze.    AKP’ya ku li bakurê Kurdistanê eleqeya dixwaze nabîne ji aliyekî walî û qeymeqaman dişîne qadê li aliyê din jî ji gel re dest bi sozên îhale û kar kir. Namzetê AKP’ê yê parlamenteriyê yê rêza yekemîn ê Amedê ku ferdên malbata wî bi daxwazên wergirtina kar bi sextekariyê tên zanîn, piştî ku eleqeya dixwaze nabîne, bi sozên nû kete nava tevgerê.   SOZÊN ÎHALE Û KAR   Hate hînbûn ku di serdanên Ensarîoglû bi birayên xwe re bi karsazan re kirine soza “îhaleyan” dane. Hate diyarkirin ku Ensarîoglû bi birayên xwe re lîste diyar kirine û ji welatiyan re jî bi soza kar deng xwestine.    ENSARÎOGLÛ DÎSA DI ROJEVÊ DE YE   Ensarîoglû, beri niha ji ber ku îhaleyên cemaweriyê dabûn xizmên xwe ketibû rojevê. Birayê Ensarîoglû, Cîhan Ensarîoglû jî di hilbijartinên beriya niha de bi sozên kar hatibû rojevê û her wiha di şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin de bi pereyekî zêde ku bi soza kar ji gel wergirtibû reviya bû.    BI SEXTEKARIYÊ HATE ROJEVÊ   Galîp Ensarîoglû yê AKP’î piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Peyas a Amedê ya di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hate kirin biraziyê xwe Fethî Ensarîoglû weke midur tayînî şaredariyê kir. Cîhan Ensarîoglû yê ji gelek kesan bi soza wergirtina kar pere girt û reviya, li bajêr bi sextekariyê tê binavkirin.    QEYÛM ENSARÎOGLÛ DA BINÇAVKIRIN   Cîhan Ensarîoglû pişt re bi wergirtina kar a Şaredariya Bajarê Mezin a di bin rêveberiya qeyûman de hate rojevê. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di sala 2016’an de qeyûm tayînî wê hate kirin, AKP’î hatin bicihkirin. Cihan Ensarîoglu dema nekarî welatiyên ku soz dabû wan bigire kar, bi qeyûm Cumalî Atîlla re rû bi rû ma. Ensarîoglû di 15’ê hezîrana 2017’an de çû Şaredariya Bajarê Mezin û lîsteya wergirtina kar a di destê xwe de deyna ber qeyûm. Cûmalî Atîlla ê li dijî vê daxwazê derket, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re hate binçavkirin. Ensarîoglû yê 2 rojan di bin çavan de ma bi hewldanên Galîp Ensarîoglû, dema serdana AKP’iyan a li bajêr hate berdan.    DI REFERANDUMÊ DE JI BO DENGA ‘ERÊ’ SOZA KAR   Cîhan Ensarîoglû vê carê di referanduma 2017’an de ji gelek kesan re soza wergirtina kar da û pişt re bi xwestina dengê “erê” hate rojevê.    Her wiha Abdûrrahman Kûrt ê AKP’î jî ragihand ku di kanûna 2019’an de li dijî pereyekî zêde qadro wergirtine saziyên cemaweriyê. Cîhan Ensarîoglû careke din bi vê daxuyaniya Kûrt hate rojevê.    ÎHALE DAN ŞÎRKETA XIZMÊN XWE   Galîp Ensarîoglû ku gelek caran bi nelirêtiyên di gelek îhaleyên cemaweriyê de hat rojevê, herî dawî piştî erdheja ku çileya 2020'an li Xarpetê rû da û 41 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, bi îhaleyên ‘xaniyên erdhejê’ yên bi buhayê 330 mîlyon lîreyî ji aliyê TOKÎ'yê hatin kirin, dan Şîrketa Ensar a aydê xizmên wî hate rojevê.    Ensarîoglû gelek îhale bi heman awayî dan Şîrketa Ensar a aydê xizmên wî. Car caran jî bi vê hate rojevê.