Xizmên Windayan li aqûbeta Ayşîn ê 29 sal berê hatiye windakirin pirsîn 2023-05-06 12:03:57   AMED/ÊLIH – Xizmên Windakiriyan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di sala 1994’an de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 743’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Rêveberên MEDYA-DER, namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê, Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.    Rêveberê ÎHD’ê parêzer Ercan Yilmaz ewilî axivî û diyar kir ku xizmên windayan li gelek deverên welat daxwaza edaletê dikin.    ‘EZ HESTIYÊN BAVÊ XWE DIXWAZIM’    Piştre keça Ayşîn, Aynûr Ayşîn axivî û wiha got: “Helbet derdek min heye ku ez li vir im. Di sala 1994’an de gundê me hat şewitandin. Her kesî kirin binçavan û berdan. Lê belê bavê min bernedan. Heta ez hebim ez ê li pey doza bavê xwe bim. Ez hestiyên bavê xwe dixwazim.”    BI SALAN E EDALET NÎNE    Paşê namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar axivî û destnîşan kir ku malbat bi salane wêneyên xizmên xwe hildidin û ev mirov bi salane daxwaza edaletê û dîtina windayan dikin heke winda nayên dîtin tê wateya ku 15 sal in edalet tune ye.    ‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LI VIR VE’    Namzeta Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû jî da zanîn ku heke dixwazin pirsgirêka çareser bikin vaye pirsgirêka kurd li vir e.    Piştî axaftinan endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Ayşîn xwend û xwest hestiyên hemû windayan bên dîtin.   Piştî daxuyaniyê ji bo Ayşîn û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 579’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Ekrem Baran, rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn.    Hevserokê ÎHD’a Êlihê parêzer Deveran Yildiz anî ziman ku ew ê heta edalet pêk were doza dîtina hestiyên windayan û edaletê bikin. Yildiz êrişa li dijî Dayikên Şemiyê ya li Stenbolê jî bîr xist û got binçavkirina Dayikên Şemiyê nayê qebûlkirin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.