Malbata stranbêj Aymaz ê hat qetilkirin: Bi gotina ‘serxweş bû’ dixwazin ser cînayetê binixûmînin 2023-05-06 11:50:16 STENBOL - Malbata stranbêj Cîhan Aymaz ê li Kadikoyê hat kuştin destnîşan kir ku lawê wan ji ber bi kurdî stran gotiye hatiye kuştin û bi gotinên “êrişkar serxweşiy bûye” tê xwestin ku ser cînayetê bigirin.    Li Rihtima Kadikoya Stenbolê di 2’yê gulanê de stranbêjê kurd Cîhan Aymaz ê 30 salî ji ber ku strana “Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiyeya min)” negotiye ji aliyê êrişkarê nijadperest Cîhan Aymaz ve hat qetilkirin. Piştî êrişê Caymaz hat binçavkirin. Li dozgeriyê qebûl kir ku Cîhan Aymaz ji ber ku strana wî xwestiye negotiye qetil kiriye. Caymaz ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sulhê ve ji sûcên “êrişa nijadperest” û “kuştina bi qestî” hat girtin.    Aymaz li navçeya Dîgorê ya Qersê hatiye dinyayê û malbata Aymaz di sala 1996’an de ji ber sedemên aborî neçar maye ku koçî Stenbolê bike. Aymaz bi roj di karê neqliyeyê de dixebite. Nêzî du sal in êvaran jî li Rihtima Kadikoyê stranbêjiyê dike. Aymaz zarokê duyemîn ê malbatê ye û ew 5 xwişk û bira ne. Li pey Aymaz malbata wî ya dilşewat û amûrên wî muzîkê man.    Bavê wî Hayrettîn Aymaz diyar kir ku lawê wî ji aliyê kesên dewlet destekê dide wan ve hatiye qetilkirin û dayika wî Bîrgul Aymaz jî daxwaza edaletê kir.    XEYALA WÎ EW BÛYE BIBE HUNERMENDEK MEZIN    Hayrettîn Aymaz diyar kir ku nêzî 30 salan e li Stenbolê dijîn, bi karê neqliyeyê ve mijûl in û lawê wî her tim kesek jîr û hûrmetkar bûye. Aymaz anî ziman ku lawê wî bi roj karê neqliyeyê dikir û êvarê jî bi awayek hobi li Kadikoyê stranan digot û wiha got: “Cîhan her tim digot ez ê bibim hunermendek mezin. Gelek kêfxweş bû û her tim bi hevalên xwe re di nava piştevaniyê de bû. Biçin li Kadikoyê bipirsin her kes wî nas dike. Zirara wî negihîştiye tu kesî.”    ‘ÊDÎ KUŞTINA MIROVAN PIR HÊSAN BÛYE’    Aymaz da zanîn ku lawê wî bi piranî stranên kurdî distrî û wiha axivî: “Gelek ji strandinê hez dikir. Lê ji ber ku daxwaza kesekî red kiriye bi awayek profesyonel hat qetilkirin. Lawê min ji ber stranekî negotiye, hatiye kuştin. Êdî li Tirkiyeyê kuştina mirovan pir hêsan bûye.”    ‘DIXWAZIN SER CÎNAYETÊ BIGIRIN’    Aymaz anî ziman ku li Tirkiyeyê êdî jiyana mirovan “pir erzan bûye” û wiha got: “Sedemê ewqas êrişên li dijî kurdan tên kirin, nijadperestî ye. Kurê min bi awayek plankirÎ hat kuştin. Li cihekî ewqas polîs pir in hat kuştin. Ev bûyerek ji rêzê nîne. Dibêjin kujer ‘serxweş’ bûye. Bi van gotinan dixwazin ser cînayetê bigirin. Carek din dibêjim kurêm in bi zanebûn hat qetilkirin. Ji ber wî stranên kurdî digot û kurd bû hat kuştin. Em ê heta dawiyê li pey vê dozê bin.”    ‘GUHERTIN DI DESTÊ GEL DE YE’    Aymaz destnîşan kir ku lawê wî 5 meh berê ji ber ku strana Aşik Masûnî şerîf a “Yiğit muhtaç olmuş kuru sağana” wek “Tayyip muhtaç etti kuru soğana (Tayyîp me muhtacî pîvaza hişk kir)” çûye îfade daye qereqolê û ji ber vê faşîzmê divê êdî ev pergal were guhertin û ev guhertin jî di destê gel de ye.   ‘JI BER LAWÊ MIN KURD BÛ HAT KUŞTIN’    Dayika Aymaz, Bîrgul Aymaz jî destenîşan kir ku ew edaletê dixwazin û ji ber ku lawê wê kurd bûye hatiye qetilkirin û ji bo edalet pêk were ew ji hemû kurdan li benda piştevaniyê ye. Aymaz destnîşan kir ku lawê wê ji ber stranekî hatiye qetilkirin û wiha got: “Lawê min kesek welatparêz bû. Her tim digot, ‘Heta ez sax bim ez ê li ser rêya xwe bim û bi zimanê xwe stranên kurdî bêjim’. Kezeba min şewitandin. Ez nizanim ez ê çi bêjim. Bila êdî kezeba dayikan neşewite.”    ‘GELO ÇIMA HER TIM TÊ SERÊ KURDAN?’   Apê Aymaz, Osman Aymaz jî diyar kir ku seranserî 21 salên AKP’ê pergalek faşîst ava kiriye û got: “Mixabin biraziyê min ji ber kurdbûna xwe hat qetilkirin. Ez dipirsim, gelo çima her tim bûyerê wiha tên serê kurdan? Wê heta kengê ciwanên me bi vî awayî werin kuştin? Em vê qebûl nakin.”    MA / Esra Solîn Dal