Li Aydinê hedef derxistina 2 parlamenteran e 2023-05-06 10:23:32   AYDIN - Tevgera siyasî ya kurd di Hilbijrtinên Giştî yên 1995’an de li Aydinê 15 hezar deng standibû. Namzetê HADEP’ê Osman Dagtekîn diyar kir ku hedefa wan ew e ku di vê hilbijartinê de li Aydinê 2 parlamenteran derxînin û wiha got: “Di her darbeyê de me xwe mezintir kir û xwe gihand îro.”    Armanca Partiya Çepên Kesk ew e ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de herî kêm 100 parlamenteran derxîne. Di vê çarçoveyê de jî li hemû bajaran bênavber dixebite. Yek ji bajarên ku Partiya Çepên Kesk lê xwedî biîdia jî Aydin e. Hewl dide ji bajar 2 parlamenteran derxîne. Ji bo vê jî namzetên parlamenteriyê û endamên partiyê kolan bi kolan xebatên hilbijartinê dimeşînin.    Li Aydinê 877 hezar û 940 hilbijêr hene û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina dawî de 68 hezar û 541 deng stand. Lê ji ber qanûna tifaqan nekarî parlamenterekî jê derxîne. Di salên 1990’î de ku zexta dewletê di lûtkeyê de bû, li Kurdistan bi hezaran gund hatin şewitandin û gelek kurdan koçî Aydinê kir. Tevgera siyasî ya kurd jî roj bi roj li bajar bandora xwe zêdetir kir. Li bajar cara ewil di sala 1995’an de Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) kete hilbijartinan û 15 hezar û 71 deng stand. Di Hilbijartina Giştî ya 1999’an de bi lîsteyên HADEP’ê ketin hilbijartin û 18 hezar û 896 deng hatin standin. Ji ber ku doza girtinê ya HADEP'ê hebû, di Hilbijartinên Giştî yên 2002’yan de ji lîsteyên Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) ketin hilbijartinê û 24 hezar û 542 deng hatin standin.    NAMZETÊN HEZAR HÊVIYÊ    Di Hilbijartinên Giştî yên 2007’an de bi pêşengtiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Namzetên Hezar Hêvî ve bi namzetên serbixwe ketin hilbijartinê. Namzetê Aydinê Tacettîn Karagoz 15 hezar û 349 deng standin. Di Hilbijartinên Giştî yên 2011’an de jî bi pêşengtiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) re Bloqa Ked, Demokrasî û Azadiyê hate avakirin û namzet bi awayekî serbixwe ketin hilbijartinê. Namzetê Hatayê Mehmet Bayraktar di hilbijartinê de 23 hezar û 900 deng standin.   DENG SÊ QET ZÊDETIR BÛN   Di Hilbijartinên Giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê bi standina 61 hezar û 339 dengan re dengên xwe sê qet zêdetir kir. Piştre hilbijartin hatin nûkirin û di Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdara 2015’an de HDP’ê 50 hezar û 108 deng standin. Di Hilbijartina Giştî ya 2018’an de jî 68 hezar û 541 deng hatin standin. Lê ji ber qanûna tifaqan, parlamenterê ku diviyabû yê HDP’ê bûya derbasî AKP’ê bû.    ŞAREDARIYÊN DU BAJAROKAN HATIN BIDESTXISTIN   Tevgera siyasî ya kurd di hemû hilbijartinan de bi namzetên xwe tev li bû û di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên sala 2009’an de şaredariyên bajarokên Ovaeymîr a Efelerê û ya Savuca ya Sokeyê ketin destê DTK’ê.    JI TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÎ BER BI SIYASETÊ VE   Tevgera siyasî ya kurd ku di hilbijartinên giştî yên 1995’an de bi 15 hezar dengan dest pê kir, îro gihiştiye wê astê ku li pey derxistina du parlamenteran e. Di gihaştina vê îdiayê de keda bi sedan xebatkarên partiyê pir mezin e. Yek ji wan xebatkariyên partiyê jî mamosteyê teqawid Osman Dagtekîn (78) e ku di sala 1995’an de tev li xebatan bû. Dagtekîn li Agiriyê ji dayik bû û weke mamoste li gelek bajaran xebitî. Di sala 1990’an de jî li Aydinê bi cih bû. Li vir jî di rêveberiya EGÎT SEN û Egîtîm Senê de xebitî. Di sala 1995’an de teqawid bû û bû endamê HADEP’Ê. Di hilbijartinên giştî yên 1995’an de bû namzetê rêza duyemîn ê Aydinê. Ji wê salê heta niha di tevahiya partiyên hatine damezirandin de serokatiya bajar, rêveber û xebatên din kirin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de bû endamê Meclisa Şaredariya Ovaeymîrê ku DTP’ê bi dest xistibû.    'BAWERIYA GEL MEZIN BÛ’   Dagtekîn anî ziman ku tişta girîng îrade û berxwedana gel e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min bi vê baweriyê di hemû partiyên hatine damezirandin de cih girt. Di hemû serdeman de tev li xebatan bûm. Ez neçar bûm ku vê bikim. Her partiyên siyasî yên ji bo xizmetê ji gel re bikin hatine avakirin, xwedî bernameyekê ne. Li gorî min demokrasî, mafên mirovan û hiqûq dikare bi feraseta me bên vî welatî. Lewma em li vir in. Heta niha her tim partiyên me girtin û digotin qey dê tune bikin. Lê li baweriya gel qelibîn. Di sala 1995'an de me bi 15 hezar dengan dest pê kir û di sala 2018’an de Ferhat Tunç weke parlamenter derxist. Lê bi qanûna tifaqan ev parlamenteriya me hate xespkirin.”    'EM HÊJ MEZINTIR BÛN’   Dagtekîn bi lêv kir ku ewqas bi hêsanî negihiştine asta heyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez jî di nav de, hemû xebatkarên partiyê di vê pêvajoyê de rastî gelek zext û girtinan hatin. Tevî girtina partiyan, girtiya hevserokan û qeyûman jî me paşve gav neavêt. Serkeftin jî bi vê berxwedêriyê hat. Tevî hemû zextan jî gel gotina xwe kir. Zext, bandorê li gelên bi hesreta demokrasiyê dikin nake. Pergalê jî ev dît. Dîtin ku dema partiyekê digirin, partiya din bi milyonan tê. Niha jî em di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bûn yek û hêj xurtir tên. Partiya Çepên Kesk jî dê hêj xurtir derkeve. Kesên li Tirkiyeyê ji pergalê derb xwarin dê di bin vê sîwanê de kom bibin û bibin hîmê bingehîn ê demokrasiya Tirkiyeyê. Ez vê yekê di bertekên gel de dibînim. Wan di hilbijartina din de wekîlekê me xesp kirin lê em ê di vê hilbijartinê de du parlamenteran derxînin. Bingeha vê heye. Xelkê Aydinê rûyê xwe yê biken nîşan daye.”   MA / Tolga Guney - Kenan Koç