Ji AYM’ê têkildarî rojnamevan Babaoglû biryar: Dijî, binpêkirin nîne! 2023-05-06 10:19:41   RIHA - Dadgeha Destûra Bingehîn di lêkolîna qeyda nifûsê ya Nazim Babaoglû ku 29 sal berê ji bo nûçeyê çûbû Siwêregê û hatibû qetilkirin de îdia kir ku dijî û biryara binpêkirina mafê jiyanê nîne da.    Nûçegihana Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo şopandina nûçeyê çûbû navçeya Siwêregê ya Rihayê di 12’ê Adara 1994’an de tê binçavkirin û carek din xeber jê nayê girtin. 29 sal in malbata Babaoglû têkoşîna xwe ya edaletê û hiqûqê didomîne.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî windakirina Nazim Babaoglû di lêkolîna qeyda nifûsê de kir hincet ku dijî û têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ku bi îdiaya rêyên serlêdanê nemane hatiye kirin nayê qebûlkirin. AYM’ê biryar da ku binpêkirina mafê jiyanê nîne.    Berê dadgeha herêmî biryara neşopandinê dabû, Şûraya Dewletê (Daniştay) jî biryara erêkirinê da. Li ser vê yekê doz di 2018’an de veguhezî Dadgeha Destûra Bingehîn. Biryar ji dozê derket.    AYM serlêdana malbata Babaoglû ya “binpêkirina mafê jiyanê” ku kiribû girêda biryarê û hikum kir ku îdiayên têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ji berk u lêpirsîn hê jî didome û rêyên serlêdanê neqedin nayê qebûlkirin. AYM her wiha îdiaya têkildarî binpêkirina mafê darizandina li gorî heqanetê ku ji palpiştê bêpar e û biryara ev daxwaz nayê qebûlkirin da. Dadgehê daxwaza malbata Babaoglû ku darizandina di dema maqûl de hatiye binpêkirin nirxand û ev daxwaz wek qebûlê nirxandiye û biryar da ku ji bo lêçûyînên darizandinê ya malbata Babaoglû 12 hezar lîre tezmînat were razandin.    HERÎ DAWÎ LI MALA BÛCAK HATIYE DÎTIN   Kekê Babaoglû, Cemal Babaoglû diyar kir ku biryara AYM’ê sosret e û birayê wî di 1994’an de ji bo nûçeyê çûye Swêregê û herî dawî li mala Sedat Bûcak hatiye dîtin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. Babaoglû got wî hemû qeyd û belgeyan radestî dadgehê kirine. Babaoglû da zanîn ku biryara AYM’ê li ser navê hiqûqê şerma giran e. Babaoglû anî ziman ku AYM îdia dike ku di qeyda nifûsê de lêgerîna ku hatiye kirin de hatiye gotin Nazim Babaoglû dijî û ji bo vê îdiaya wan delîlek tune ye. Babaoglû diyar kir ku AYM hemû delîl û beyanên şahidan ji nedîtî ve hatiye dîtin û xwest dewlet bi raboriya xwe re hevrû bimîne û lêborînê bixwaze. Babaoglû destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin û her çiqas ev biryar hatibe dayîn jî lê wê têkoşîna wan bi dawî nebe.    MA / Omer Akin