Li dijî Partîzanê operasyon: Rojnamegerek jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin 2023-05-06 09:36:06   DÊRSIM - Di encama operasyona li dijî xwînerên Partîzanê de rojnameger Ertan Çita jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Dêrsim, Stenbol û Hatayê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan her wiha bi ser bûroya Rojnameya Yenî Demokrasiyê ya Dêrsimê de jî girtin. Di serdegirtinê de arşîvên rojnameyê yên li bûroyê û pirtûk hatin desteserkirin. Di encama serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de nûçegihanê Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Hidir Guler hatin binçavkirin.    Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Demokrasiyê, li 3 bajaran li dijî xwînerên Partîzanê operasyon hatiye kirin û di serdegirtinan de herî kêm 9 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku derheqê gelek kesan de biryara girtinê hatiye dayîn. Hat ragihandin ku kesên li Dêrsimê hatin binçavkirin dê bibin Stenbolê.    Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Ertan Çita, Alî Asker Akkoç, Nîhat Konak, Aysel Kaya û Nesîmî Ataş.”