Keskîn: Dayikên Şemiyê ji bo AKP'ê ku bi kiryaran re li hev kiriye, talûke ne 2023-05-06 09:26:46   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku helwesta li hemberî Dayikên Şemiyê encama vê yekê ye ku AKP û kiryaran li hev kiriye û wiha got: "Desthilat biguhere û neguhere jî têkoşîna me dê bidome."    Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan, ji 27'ê gulana 1995'an heya niha têkoşîna xwe ya ji bo aqûbeta kesên windakirî û ji bo darizandina kiryarên wan didomînin. Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an ve li Qada Galatasarayê çalakiya xwe didomînin, tim rastî êrişên polîsan tên û tên binçavkirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji hefteya 700'emîn heya niha bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû vê tê astengkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî çalakiyê û astengkirina wê de axivî.    Eren Keskîn   ÇALAKIYEKE SIVÎL Û REWA   Keskînê diyar kir ku Qada Galatasarayê ji sala 1995'an ve ji bo xizmên windayan bûye "Cihwarê Hafizeyê" û got ku ev cihwar di heman demê de ji bo dîtina gorên kesên windakirî jî bûye hêvî. Keskîn wiha axivî: "Ev qad, li vê erdnîgariyê di nava çalakiyên sivîl de rewabûnek wergirtiye. Tevahiya civakê vê çalakiyê û vî cihwarî qebûl kiriye. Ev qad, cihwarê hêviyeke mezin e. Lewma kes naxwaze dest ji vir berde. Hingî wisa rewa bûye, ev çalakî li seranserê cîhanê tê naskirin."    BIRYARA DARAZÊ Û ASTENGIYA POLÎSAN   Keskînê destnîşan kir ku mirov ji bo vê qadê bibiryar in û li dijî biryara qedexekirinê îşaret bi biryara AYM'ê ya li dijî biryara qedexekirinê kir û ev tişt gotin: "Bi biryara AYM'ê careke din derket holê ku bê çi qas mafdar in. AYM'ê biryar da ku qedexekirina Qada Galatasarayê binpêkirineke mafan e. Lê ji ber ku Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye, polîsek radibe biryara darazê asteng dike. Lê dîsa jî dê ev biryardarî heya dawiyê bidome."    AKP Û KIRYARAN LI HEV KIR   Keskînê destnîşan kir ku helwesta desthilata AKP'ê ya li hemberî Dayikên Şemiyê, nîşan dide ku desthilatê bi kiryaran re li hev kiriye û got: "Bi aktorên 'Torosên Spî' re hatin cem hev. Mesela, Mehmet Agar û Tansû Çîller. Ev kes, niha li cem desthilatê ne. Ev, êdî şirîkên desthilatê ne. Ger hûn li zimanê 15 sal berê yê desthilatê û li zimanê wê yê niha mêze bikin, tu tişt neguheriye. Lewma Dayikên Şemiyê ji bo wan bûne wekî talûkeyekê. Ew guherîn, lê em neguherîn. Em hê jî li ser a xwe ne."    Keskînê destnîşan kir ku hemû kesên xwedî wijdan xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê derdikevin û got ku lê dewlet vê xwedîderketinê dide ber lêpirsînê. Keskînê wiha domand: "Ji lew re tiliya dewletê di van windakirinan de heye. Polîtîkayeke windakirinê ya dewletê heye. Lewma naxwazin çalakiyeke wiha rewa û ji aliyê civakê ve xwedî lê tê derketin, bê kirin. AKP, hemû kesên ne jixwe diçewisîne. Lê Dayikên Şemiyê bibiryar in, em ê jî heya dawiyê li pişta wan bin."    Keskînê bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê û got: "Divê hin tişt biguherin. Hêviya me, guherîn e. Helbet çûna meclisê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ku em jê re dibêjin 'Rêya Sêyan' dê ji bo me bibe cihê hêviyeke mezin. Li gor gotinên muxalefetê, ger dihilbijartinê de bi ser bikevin em ê cardin biçin Qada Galatasarayê. Helbet garantiya me tune ye, jixwe desthilat biguhere û neguhere jî têkoşîna me dê bidome."    MA / Ergîn Çaglar