Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim 2023-05-06 09:02:46 STENBOL - Ahmet Taş ku piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket, wiha got: "Bawerî û hêviyê kir ku li ser pêyan bimînim. Perçeyekî dilê min li girtîgehê ma."    Ahmet Taş ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat binçavkirin û piştî 27 rojên li midûriyeta polîsan ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat girtin, di 18 saliya xwe de ket girtîgehê û di 49 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Taş ku DGM'ê cezayê muebedê lê birî, li Mêrdîn, Xarpêtê û gelek bajarên din di girtîgehê de ma. Taş piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê derket. Tal anî ziman ku heya niha bihêvî û bi bîr û baweriyê li ser pêyan maye.    Taş diyar kir ku piştî 30 salan ji girtîgehê derketiye û got ku e hesta ku tu piştî 30 salan gav diavêjî derve, hesteke bêpênase ye. Taş axaftina xwe wiha domand: "Perçeyeke dilê min li wir ma. Hê jî hevalên min di nava çar dîwaran de ne. Ji niha de min pir bêriya wan kiriye. Xwezî li welatê me demokrasî pêşketî bûna."    AZADIYA CIVAKÎ   Taş diyar kir ku bi salan asîmanan wekî çargoşeyekê fikiriye û got ku heya azadiyeke civakî tune be, derketina ji girtîgehê ne azadî ye. Taş xwest ku girtiyên siyasî yên kurd hemû bên berdan û got: "Pêdiviya vî welatî bi demokrasî û aştiyê heye. Hêvîdar im dê demokrasî û aştî di nêz de bibin serwer."    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Taş bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku diviyabû girtiyên nexweş di dema pêvajoya di bin navê "çareseriyê" de bihatana berdan, lê belê sozên hatine dayin bi cih nehatine. Taş wiha axivî: "Ger Wezîrê Dadê giştînameyekê çêbike, divê cihêkariyê neke. Divê qanûnên alîgir tune bin. Cihêkarî û dustandardî tu tişt li vî welatî zêde nekirin. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."    Taş da zanîn ku du hevalên wî yên nexweş nehatine berdan û got ku ji ber vê jiyana xwe ji dest dane. Taş wiha pê de çû: "Kasim Demîr, di sala 2012'an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Par li qawîşa me Abdulrezak Şîmşek jî jiyana xwe ji dest da. Berî jiyana xwe ji dest bide bi mehekê em bi hev re çûbûn nexweşxaneyê. Teşxîsa pençeşêrê danîn. Piştî mehekê jiyana xwe ji dest da. Abdulrezak ber bi mirinê ve diçû, lê dest ji henekan bernedida. Berî jiyana xwe ji dest bide, got 'Hevalê Ahmet, ez ê bi qirika vê nexweşînê bigirim û wê bifetisînim.' Ez ê vê gotina wî qet jibîr nekim."    MESELEYA KURDÎ KIRIN QURBANÊ HILBIJARTINÊ   Taş destnîşan kir ku a ku wî li girtîgehê li ser pêyan hiştiye "bawerî" û "hêvî" bûye û got ku tu carî hêvîşikestî nebûye. Taş got: "Mirov, divê xwedî bîr û baweriyê be. DIvê tu carî xwe radestî dîwaran neke. Heye ez bi vî awayî tevbigerim, dê tu astengî nikarin tiştekî bikin."    Taş anî ziman ku ji salên 1990'î heya niha tu helwesta dewletê ya ji bo meseleya krud neguheriye û îşaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kir. Taş bilêv kir ku hemû gavên ji bo mesleya kurd qurbanî hilbijartinan hatine kirin û got: "Di pêvajoya çareseriyê de ev mesele dikaribû bihata çareserkirin. Lê niha bi qasî ku em dibînin, helwesta Tirkiyeyê ya di warê çareserkirina meseleya kurd de neguheriye. Heman polîtîka didomin. Tew hîn hişktir bûne."    ‘KURD DIVÊ XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN'   Taş da zanîn ku di 30 salên girtîgehê de bi hezaran pirtûk xwendine û got ku pirtûka ku herî zêde bandor lê kiriye "Şer û Aştî" ya Tolstoy bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Civaka kurd, civakeke pêşketî ye. Ev cihê şanaziyê ye. Xwedîderketina wê ya li nirxên xwe cihê kêfxweşiyê ye. Li girtîgehan bendewariya herî mezin a girtiyan, ew e ku kurd xwedî li nirxên xwe derkevin. Axirê ew jî zarokên vê civakê ne. Kurd divê xwedî li nirxên xwe derkevin."   MA / Ferdî Bayram