Çawişê pispor ê îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate girtin 2023-05-06 08:22:15   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê çawişê pispor ê bi navê E.K. bi sûcê kirina îstîsmara zayendî ya li du zarokan hate girtin.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çawişê pispor ê bi navê E.K. ji ber îstîsmara zayendî li du zarokan kir hate binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, zarokan îstîsmara zayendî ku bi serê wan hatî ji malbatên xwe re vegotin. Li ser gilîkirina malbatên zarokan E.K. hate binçavkirin. E.K. yê piştî îfadeya dozgeriyê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nisêbînê hate kirin bi sûcê “îstîsmara zayendî ya li zarok” hate girtin.