Xebatkarekî DÎSKÎ'yê jinekê birîndar kir 2023-05-05 21:07:33   AMED – Li navçeya Yenîşehîrê Herdem Ertokûş diyar kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê yê li saetên avê dinere, lêxistiye. Ertokûş, li nexweşxaneyê tê dermankirin.   Li Taxa Gundogan a navçeya Yenîşehîrê Herdem Ertokûş a 63 salî, îdia kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê li wê xistiye. Ertokûş ku ji ber lêdanê ji ser hişê xwe çûye, bi ambulansa ku hat cihê bûyerê sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Ertokûşa ku nexweşîna dil jî pê re heye li nexweşxaneyê tê dermankirin.   Ertokûşê diyar kir ku xebatkarê DÎSKÎ’yê saet di 14.00’an de ji bo fatûreya avê hatiye taxê, lê bele bêyî ku fatûreyê bibire ji taxê çûye û got: “Min jê xwest li saeta me ya avê mêze bike. Ji lew re 3 meh in fatûreya me ya avê nayê. Min got ger saeta me ya avê xerabe be, ez biçim DÎSKÎ’yê. Pêşî xeber ji min re gotin. Bi dû re bi kulm û pehînan li min xist. Ji ber lêdanê ketim erdê. Min xwest rabim ser xwe, lê min nikaribû. Hê jî milê min û guhê min diêşin.”   Mehmet Ertokûş, kurê Herdem Ertokûşê jî anî ziman ku xebatkarê DÎSKÎ’yê yê bi navê Umît ji dêya wî re gotiye “Ez ji bo saeta avê hatim, çima tu ne li malê yî?” û li dêya wî xistiye. Ertokûş got: “Nexweşîna dil bi dêya min re heye, ji ber vê li nexweşxaneyê tê dermankirin.”   Ertokûş xwest êrişkar bê darizandin.