Di Nobeda Aştiyê de hat xwestin ku Qada Galatasarayê bê vekirin 2023-05-05 16:52:12   ENQERE - Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bang hat kirin kirin ku astengiyên li pêşiya Dayikê Şemiyê û Qada Galatasarayê bên rakirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya Nobeda Aştiyê ku her roja îna ewil a mehê li dar dixe didomîne. Vê mehê ji bo têkoşîna Dayikên Şemiyê nobed hat girtin. Çalakî li avahiya ÎHD’ê ya Şaxa Enqereyê hat lidarxistin, Dayikên Aştiyê û gelek kesk tev li bû.    Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî êrişa polîsan a her hefte li ser Dayikên Şemiyê tê da. Tûrgût anî ziman ku mafê civîn û meşan û çalakiyan di bin Desûra Bingehîn de hatiye mîsogerkirin û êrişa li dijî Dayikên Şemiyê tê kirin, binpêkirina hiqûqê ye. Tûrgût xwest astengiyen li pêşiya Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayî bên rakirin.   SARISULUK: TAYYÎP FERMANÊ DIDE    Dayika Ethem Sarisuluk, Safiye Sarisuluk anî ziman ku lawê wê hatiye qetlkirin û di bin axê de ye û kujer jî serbest digere. Sarisuluk diyar kir ku Tayyîp fermana lêdanê daye û heta neçe dê kes mafên xwe nestîne. Sarisuluk da zanîn ku kî derkeve kolanan tê girtin û dixwazin ev zext bi dawî bibin û bila dilê dayikek din êdî negirî.