Partiya Çepên Kesk bi cemaetên xirîstiyanan re civiya 2023-05-05 16:31:03   HATAY - Namzetên Partiya Çepên Kesk û parlamenterê HDP’ê Garo Paylan bi cemaetên xirîstiyanan ên li bajêr re civiyan û piştgirî xwestin.    Partiya Çepên Kesk li Hatayê bi cemaetên xirîstiyanan ên li bajêr re civiya. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, namzetên Partiya Çepên Kesk Kerem Nalbant û Yûsûf Kîmyon serdana Dêra Ortodoks ya St. Îlyas a li navçeya Samandagê kirin. Paylan ji cemaetên xirîstiyanan piştgirî xwest.    Paylan û kesên pê re pişt re derbasî navçeya Îskenderûnê bûn û serdana Dêra Azîz Georgias kirin. Payan li wir axivî û wiha got: “Garo Paylan çi be Kerem Nalbant jî ew e. Paylan, Nalbant e.”