CHP: Derket holê ku pisûlaya dengan a nevekirî hatiye mohrkirin 2023-05-05 14:16:22   ENQERE - Lijneya Rêxistinkirinê ya Derveyî Welat a CHP’ê diyar kir ku di hilbijartinên derveyî welat de pisûleya dengan a nevekirî ku mohra erê li AKP’ê hatiye xistin derketine holê.    Lijneya Rêxistinkirinê ya Derveyî Welat a Partiya Gel a Komarê (CHP) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku di sindoqa 2-G a li Sîdney a Avûstralyayê de pisûleya dengan a nevekirî ku mohra erê li AKP’ê hatiye xistin derketine holê. Têkildarî rewşa heyî girtek hate girtin û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Derveyî Welat hate dayîn û gilî hate kirin.