Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku ji Hatayê 2 parlamenteran derxîne 2023-05-05 10:51:50   HATAY - Di erdhejê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî jî Hatay bû. Kevneşopiya Partiya Çepên Kesk ji salên 2000’î heta niha dengê xwe yê li bajar roj bi roj zêdetir dike û di vê hilbijartinê de hewl dide 2 parlamenteran derxîne.    Li Hatayê ereb, elewî, ermen, xiristiyan û kurd bi hev re dijîn û hewl didin birînên xwe yên erdhejê bi rêya piştevaniyê derman bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê li bajêr pêşengtiya piştevaniya dilxwazan dikin û xwe digihînin her kesî. HDP ji lîsteya Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê û ji bo hesabê ji îktîdarê bipirse, xwe ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amade dike.    DENG ROJ BI ROJ ZÊDE BÛN   Partiya Çepên Kesk û kevneşopiya wê ji salên 1990’î heta niha di qada siyasetê de çalak e. Kevneşopiya ku ji salên 1990'an heta sala 2007'an 9 hezar deng distand, di sala 2007’an de bi namzetê Hezar Hêviyê yê bi navê Berkant Kar ku Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Sosyal Demokrat jî piştgirî dayê, dengên xwe derxist 11 hezaran.    Di hilbijartinên sala 2011’an de jî bi namzetên serbixe kete hilbijartinê û 9 hezar û 678 deng stand. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de 10 hezar û 914 deng stand. Heta vê dîrokê jî dengên kevneşopiyê di navbera 8-11 hezaran de diguheriya. Di hilbijartinên sala 2011’an de Mahmût Aydinci û di hilbijartinên 2014’an de jî bi tevlibûna Halîs Yurtsever re liv û tevgera di nava partiyê de zêde bû. Di hilbijartina serokkomariyê ya sala 2014’an de dengên xwe du qet û nîv zêde kirin û ji bo Selahattîn Demîrtaş 28 hezar deng hatin wergirtin.   DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE DENG HÎN ZÊDETIR KIRIN   Di hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîrana 2015’an de HDP’ê 58 hezar û 333 deng standin û êdî li Hatayê bû hêzeke sereke. Îktîdara ku encamên hilbijartinên 7’ê hezîranê ranegirt, di 1’ê mijdara 2015’an de dîsa hilbijartin li dar xist. Tevî hemû zextan jî HDP’ê li bajar dengê xwe zêdetir kir û 61 hezar û 813 deng wergirt.   HDP ku hevserokên wê yên giştî û bi hezaran endam û rêveberên wê hatin girtin, bi siyaseta xwe ya aştî û azadiyan li Hatayê hate qebûlkirin û di hilbijartinên giştî yên sala 2018’an de 103 hezar û 523 deng standin û parlamenterek şand meclisê.    HEDEF 2 PARLAMENTER IN   HDP dê bi lîsteya Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê û hewl dide li Hatayê 2 parlamenteran bi dest bixe. Partiya Çepên Kesk hem li navenda bajar û hem jî li navçeyan tax bi tax, mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşîne. Bi dengên nû yên li navçeyên bakurê bajar ên weke Erzîn, Dortyol, Îskenderûn, Payas û Arsuzê hewl dide dengê xwe du qet zêdetir bike. Navenda navçeya Defneyê weke depoya dengan a Partiya Çepên Kesk tê zanîn. Ji bo zêdekirina dengên xwe, Partiya Çepên Kesk li vir xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne.    SAMANDAG DI HEDEFA XWE DE BIBIRYAR E   Navçeya Samandagê warê Serokê DEP’ê yê navçeyê Mehmet Latîfecî ye ku hatibû qetilkirin. Di hilbijartina dawî de li navçeyê 22 hezar û 453 deng hatibûn wergirtin. Partiya Çepên Kesk bibiryar e ku namzetê rêza ewilî Kerem Nalbant weke parlamenter bişîne meclisê ku bi sala ye di nava vê kevneşopiyê de cih digire û hem serokatiya bajar û hem jî ya navçeyê kiriye.    NAMZETÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK   Yek ji navçeyên ku kevneşopiya Partiya Çepên Kesk lê xurt jî navçeya Antakyayê ye. Di dema erdhejê de yên ku ji ewilî bi hawara gel çûn û alîkarî gihandî gel Partiya Çepên Kesk bû. Ev alîkarî û piştevanî ji roja destpêkê heta niha didome. Tê payîn ku partî dengên xwe yên li vê derê ku herî dawî 15 hezar û 700 girtibûn du qet zêdetir bike. Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Şîrîn Nûr Vûral ji taxa Serînyollu ya navçeyê ye û ev yek weke avantajek tê nirxandin.    NAMZETÊN CHP Û AKP’Ê   Wêraniya ku îktîdara AKP-MHP’ê bi xwe re aniye, Tifaqa Cumhur ji hêzê xistiye. Namzetên yên rêza 5’emîn û 6’emîn ên CHP’ê ku pêkhateya sereke ya Tifaqa Milete jî endamên Partiya Refahê yên berê ne. Ev yek jî dibêtiya ku Partiya Çepên Kesk li bajar parlamenterekî duyemîn derxîne zêdetir dike.    MA / Mujdat Can