Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mitînga Manîsayê amade dike 2023-05-05 10:39:54 MANÎSA - Endamên Partiya Çepên Kesk ên armanc dikin ku li Manîsayê dengên xwe zêde bikin, bal kişand ser mitînga ku dê di 7’ê gulanê de li dar bixin û wiha got: “Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina azadiyê.”   Partiya Çepên Kesk armanc dike ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomarî û giştî de bi rêjeya ji sedî 20 100 parlamenteran derxîne. Partiya Çepên Kesk a li çar aliyên Manîsayê bi hilbijêran re dicive wê di 7’ê Gulanê de li Manîsayê mitîngekê li dar bixe. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş wê tevlibibin.    Endamên partiyê yên amadekariyên xwe didomînin, li hemû navçeyên bajêr kolan kolan digerin û welatiyan vedixwînin mitîngê.    ‘EM NIHA 100 HEZAR DENGAN DIGIRIN’    Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartin û Rêxistinkirinê yê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Nîzamettîn Tatli, anî ziman ku ji bo serkeftinekê bi dest bixin di nav xebatên zêde de ne û wiha got: “Her welatiyê ku em serdana wan dikin pirsa ‘em ê kengî ji pergala yek zilamî xelas bibin’ dike. Me ji sala 1992’yan û vir ve bi 6 hezar dengan dest bi xebatên xwe yên siyasî kir. Niha 100 hezar dengan digirin. Em armanc dikin ku di vê serdemê de wekîlekî derxînin û ji nû ve dîrokê binivîsin.”   Tatli, destnîşan kir ku mitînga ku dê di 7’ê Gulanê de li dar bixin wê bi heybet be û wiha berdewam kir: “Pîvana partiyên siyasî dibe qadên mitîngê. Em jî dixwazin hêza xwe nîşan bidin. Em ji vir careke din bang li hemû gelan dikin ku tev li mitîngê bibin û piştevaniya me bikin.”   HESRETA AZADIYÊ YA GEL   Hevserokê HDP’a Manîsayê Giyasettîn Eralp diyar kir ku ji serê sibê heta nîvê şevê xebatên xwe bi awayekî zêde dimeşînin û wiha got: “Ji bo ku azadî û demokrasî were vî welatî tişta ji destê me tê em dikin. Eleqeyeke zêde ya gelê me heye. Hesreta azadiyê ya gel heye.”   ‘WELATÎ JI DESTHILATÊ BI GAZIN IN’    Hevserokê HDP’a Salîhliyê Alî Demîr jî bi lêv kir ku gel dixwaze bi hilbijartinên 14’ê Gulanê bêhnekê bistîne û wiha got: “Em li her derê Manîsayê standan deynin, belavokan belav dikin û serdanên malan dikin. Di serdanên me yên gel de herkes dibêje divê desthilat biçe. Hilbijêrên ku beriya niha dengê xwe dane AKP’ê û partiyên din dibêjin ‘em ê dengê xwe bidin we.’”   ‘HILBIJARTINA AZADIYAN’   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Alaşehîrê Rûkiye Ors a hilbijartinên 14’ê Gulanê weke hilweşîna pergalê nirxand, anî ziman ku bi vê hilbijartinê re wê avakirina jiyana nû ya bi hev re bidin destpêkirin. Ors, destnîşan kir ku bi taybetî jî wê bibe hilbijartina ku ciwan û jin azad bibin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em vê pêk bînin gund bi gung mal bi mal kolan bi kolan xebatên xwe didomînin. Manîsa beriya niha cihekî ku AKP û MHP lê xurt bûn lê bi xebatên me yên li qadê êdî gel dengê xwe dide me. Em ê di vê hilbijartinê de herî kêm wekîlekî bişînin Meclisê.”   ‘DI VÊ SERDEMÊ DE COŞEKE MEZIN HEYE’   Endama Meclisa Ciwanan Berfîn Ors jî anî ziman ku bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinan e û wiha axivî: “Em ê bi herî kêm 100 wekîlan bişînin Meclisê û serbikevin. Min di serdemên berê de jî xebatên hilbijartinan kirin. Lê di vê serdemê de coşeke mezin heye. Gelê me gelek baş me pêşwazî dike. Her tim ji me re dibêjin em ê ‘serbikevin’. Dema em diçin serdanên malan bi me re tev li xebatan dibin. Li vir wekîlekî/e ku mafên kurdan biparêze neçû Meclisê. Em ê di vê hilbijartinê de herî kêm wekîlekî bişînin.” Ors, gel vexwend mitînga 7’ê gulanê.   MA / Delal Akyuz