Tekîrdagî dê ji bo guhertinê dengan bidin 2023-05-05 10:18:33   STENBOL - Tekîrdagiyên, diyar kirin ku wê 14’ê Gulanê bibe “Hilbijartina xelasbûna ji desthilata AKP’ê” û anîn ziman ku wê ji bo guhertinê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Krîzên ku di encama polîtîkayên desthilata AKP’ê de tên jiyîn gel bi xizaniyê re rû bir û hiştiye. Yek ji bajarê herî zêde ji aboriyê bi bandor bû jî Tekîrdag a di salên dawî de gelek kesan koçî wir kirine. Şêniyên bajêr ku li benda hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomarî û Giştî ne, pirsgirêkên dijîn vegotin.    ‘HERÎ ZÊDE MAFÊ EVDAN XWARIN’    Karkerê înşaetê Sezer Demîr ê anî ziman nikare debara xwe bike, diyar kir ku sedemê vê yekê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan e û wiha got: “Serokkomar dibêje ‘ez misilman im’ lê mafê misilmanan dixwe. Diçe li mizgeftan nimêjê dike. Heke Îslamê bizane, ya ewil mafê evdan e. Herî zêde jî mafê evdan dixwe. Em ê çawa ji vê re çareseriyekê bibînin?”   ‘CIHEKARIYÊ LI KURDAN DIKIN’    Demîr ê bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê xwest ku kesên edalet, heq û hiqûqê bi cih bînin bibin desthilat û wiha berdewam kir: “Erdogan piştgiriya mirovên li welat nake û cihekariyê dike. Dibêjin ‘kurd û tirk xwişk û bira ne’ Ka xwişk û biratiya me? Biyaniyên ku koç dikin, bi awayekî rihet jiyana xwe didomînin, dikarin tabelayên xwe bi zimanê xwe bi awayekî rehet daliqînin. Lê ez bi tu dikanan ve nivîseke kurdî nabînim. Cihekariya herî zêde li kurdan tê kirin.”   PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN: BÊ EDALETÎ YE   Nîhat Demîr jî diyar kir ku di şertên Tirkiyeyê de zehmete ku mirov debara xwe bikin û wiha got: “Mirovê ku bi mûçeya kemane dixebite gelek zehmet debara xwe dike. Berê kesek dixebitî dikarî debara malê bike, niha 3-4 kes dixebitin encax dikarin debara xwe bikin. Her ku diçe şert û mercên Tirkiyeyê zehmettir dibin. Dema hûn ceyran, gaza xwezayî û avê têxin nava vî karî gelek zehmete ku bi 8 hezar û 500 lîreyan debara xwe bikin.”    Demîr, da zanîn ku pirsgireke din jî newekheviye û wiha berdewam kir: “Li welatê me pergaleke ku jê re dibêjin edalet heye, lê ji ber edalet ketiye destê desthilatê weke xwe bi rê ve dibe. Edalet elbet tişteke ku ji herkesê re lazim be ye. Sibê dê ji wan re jî lazim be. Niha mirov ji ber fikir û ramanên xwe tên girtin lê kesên diziyê û tecawizê dikin li derve ne. Divê li welat ewilî edalet hebe lê ew jî nîne.”    Demîr, xwest di 14’ê Gulanê de desthilat bê guhertin û anî ziman ku dê di hilbijartina parlamenteriyê de piştgiriya Partiya Çepên Kesk bikin.    HILBIJARTINA HÊVIYÊ    Medîne Paksoy a ji pergala perwerdehiyê gazinan dike jî ev tişt gotin: “Bi rastî jî pergala perwerdehiyê xerab e, birayê min ji zanîngehê mezûn bûye lê di kargehê de dixebite. Ji ber ku karekî din nabîne. Sedemê ku li Tirkiyeyê bi hezaran mezûnên zanîngehê bêkar in desthilat e. Lê ez ji van hilbijartinan bi hêvî me.”   BANDORA PARTIYA ÇEPÊN KESK    Leyla Îlbasan jî diyar kir ku li Tirkiyeyê tenê pirsgirêka aboriyê nîne û anî ziman ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de rewşa welat bilez baş nabe wê ev yek dê wext bigire. Îlbasan, destnîşan kir ku wê ji bo guhertinê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.    REJÎMA 20 SALAN WÊ BIQEDE   Mûrat Ozayşîn ê nêzî 5 meh in bêkar e jî ji ber nedîtina kar gazin kir û wiha got: “Tu biçî ku derê divê nasekî te hebe. Ev yek jî ji ber cihekariya vê pergalê aniye ye. Divê teqez li cihekî nasekî te hebe. Bi torpîlan karkeran digirin. Di 14’ê Gulanê de wê pergala 20 salan biqede. Ji xwe ez HDP’î me ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk.”