Xebata AKP’ê ya hilbijartinê: 364 kes hatin binçavkirin, 116 kes hatin girtin 2023-05-05 10:09:24 ÎZMÎR - Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext di 10’ê adarê di Rojnameya Fermî de hate weşandin, AKP’ê dest bi operasyonan kir. Ji wê rojê heta niha herî kêm 364 kes hatin binçavkirin û 7 jê rojnameger bi giştî 116 kes hatin girtin.    Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demekî kin ma û hemû partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Pêşengên muxalefetê bajar bi bajar digerin û soza azadî, demokrasî û edaletê didin û li hêla din jî îktîdara AKP’ê jî hilbijartinê dişibînin “darbeyê” û bi gotinên cihêkar ên li dijî şêweyên jiyanê xebatên xwe didomîne.    Îktîdara ku bi taybet jî zextên li ser Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde dike, xebatên xwe yên hilbijartinê bi girtin û binçavkirinan didomîne. Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext di 10’ê adarê di Rojnameya Fermî de hate weşandin, îktîdarê bi rêya daraz û hêzên ewlekariyê dest bi êrişên li dijî muxalefetê kir. Rojek piştî ragihandina biryarê, di 11’ê adarê de cezayê salek û 18 meh ê Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Bînîcî hate erêkirin û hate girtin.    DI 2 MEHAN DE 364 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di nava 2 mehan de namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, endamên MYK’a HDP’ê, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan, endam û rêveberên partiyên sosyalîst û rêxistinên ciwanan, rojnameger, parêzer û welatî jî di nav de herî kêm 364 kes hatin binçavkirin û 116 kes jî hatin girtin. Li gel van, bi hinceta tevlibûna mitîngên Newrozê û parvekirinên li ser medyaya civakî, bi dehan welatî hatin binçavkirin û piştî karûbarê îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan.    OPERASYONÊN HILBIJARTINÊ   AKP a ku ji xebatên cemaweriyê û dengê kolanan fêm kir ku winda dike, di nava du hefteyên dawî de lez da operasyonên xwe û di opearsyonên navendên wan Amed, Stenbol û Enqereyê de edîtor û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê jî di nav de, zexta xwe ya li ser HDP’ê û pêkhateyên wê zêde kir. Di van êrişan de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok, Sedat Yilmaz, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û bi dehan HDP’î hatin girtin.    Çendek girtin û binçavkirinên me berhev kirin wiha ne;    12’ê Adarê: Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de li Enqere û Edeneyê endamên Meclisa Partiyê ya ESP’ê, SGDF, Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) jî di nav de bi giştî 11 kes hatin binçavkirin. Di 15’ê adarê de sewqî dadgehê hatin kirin û ji 11 kesan Hevberdevkê SGDF’ê Okan Danaci jî di nav de bi giştî 9 kes hatin girtin û 2 jî hatin berdan.    22’yê Adarê: Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de endama MYK’a HDP’ê Îdîl Ugurlu, ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demîr, endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Çîçek, Hayat îzgî, Newroz Çelîk û Bariş Kirmizitaş hatin binçavkirin. Bariş Kirmizitaş piştî îfadeya li emniyetê hate berdan. Îdîl Ugurlu, Behiye Yalçin, Selma Demîr, Hayat Îzgî, Berfîn Çîçek û Newroz Çelîk jî di 24’ê adarê de hatin girtin.    25’ê Adarê: Welatiyê bi navê Lokman Kabîşen li gundê Tetergazî yê Milazgir a Mûşê di encama operasyona leşkerî de hate binçavkirin û di 30’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    LI RIHAYÊ 23 KES HATIN GIRTIN   27’ê Adarê: Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “Alîkariya fînansê dane rêxistinê” û “Di saziya cemaweriyê de sextekarî” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hevşaredara navçeyê ya berê Hulya Demîr, Hevserokê HDP’a Pirsûsê Yaşar Gunduzalp, Hevseroka DBP’a Pirsûsê Rojda Bînîcî jî di nav de bi giştî 23 kes hatin binçavkirin. Di 31’ê adarê de sewqî edliyeyê hatin kirin û tevahiya wan hatin girtin.    3’yê Nîsanê: Endamên Meclisa Ciwanan û xebatkara Komara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz jî di nav de li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin. Di 6’ê nîsanê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji binçavkiriyan 15 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û rêveberê Rêxistina HDP’a Esenyurtê Sedat Ugraş hate girtin.    4’ê Nîsanê: Li navçeyên Qoser û Nisêbîn ên Mêrdînê bi îdiaya parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi ser malan de hate girtin û 3 kes hatin binçavkirin. Şukriye Gokturk, Serhat Senor û Botan Sariboga piştî îfadeya li emniyetê, di 5’ê nîsanê de hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de 8 jê zarok bi giştî 15 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 8 jê piştî îfadeyên li emniyetê û 7 jî piştî jêpirsîna li dozgeriyê hatin berdan.     14’ê nîsanê: Li navçeya Gever a Colemêrgê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de 15 ciwan bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û Muqavemeta li dijî xebatkarê cemaweriyê” hati binçavkirin. Tevahiya ciwanan piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan.    18’ê Nîsanê: Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û welatê bi navê Agît Malgaz li pêşiya malên xwe ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Kutlu û Malgaz piştî karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê, rojek piştre hatin berdan.    LÎSTEYA BINÇAVKIRINÊ YA 216 KESAN   25’ê Nîsanê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeriya Sulhê ya Amedê ya ji bo 216 kesan de, 145 kes hatin binçavkirin. Ji 145 kesên hatin binçavkirin Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnameger Mehmet Şah Oruç, Remzî Akkaya û Mîkaîl Barût û gelek parêzer û siyasetmedar jî di nav de bi giştî 51 kes hatin girtin û 94 kes hatin berdan.    26’ê Nîsanê: Di encama serdegirtinên li navenda Tekîrdag û navçeyên Çorlu û Çerkezkoyê de 4 kes hatin binçavkirin. Nûrsefa Yarar, Sercan Gunduz, Firat Siyah û Metîn Yegîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin û şandin girtîgehê. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez jî li Stenbolê hate binçavkirin û bi heman îdiayê hate girtin. Leşkeran li gundên Bana Zergûza û Xirabetuwa yên navçeya Hezex a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de keyayên her du gundan jî di nav de bi giştî 20 kes hatin binçavkirin. Her 20 gundî di 3’yê gulanê de piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê hatin berdan.    27’ê Nîsanê: Piştî mitînga Partiya Çepên Kesk a di 14’ê gulanê de li Mûşê li dar xistî, 10 ciwan û rêveberên partiyê ji hêla polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 8 jê piştî îfadeyan bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Ciwanên bi navên Abedîn Kizilsoy û Agît Aydemîr jî bi îdiaya “Ji bo ku karê xebatkaran pê nedin kirin li ber xwe dane” hatin girtin.    ROJNAMEGER HATIN GIRTIN   29’ê Nîsanê: Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê 49 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin û 18 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyona binçavkirinê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de bi giştî 5 kes di 3’yê gulanê de hatin girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hatin berdan.    30’ê Nîsanê: Di encama operasyonên binçavkirinê yên li dijî ESP, SGDF û ETHA’yê yên li Stenbol û Eskîşehîrê de 23 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî di 3’yê gulanê de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji binçavkiriyan namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyun, Hevserokê Giştî yê ESP’Ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û endamên ESP’ê Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan û Selvînaz Goçmez hatin girtin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Burcu Yildiz û Meryem Yildirim jî di nav de bi giştî 14 kes jî bi şertê hefsa malê û kontrola edlî hatin berdan.    BINÇAVKIRIN DIDOMIN   2’yê Gulanê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku ji bo 39 kesan biryara girtinê daye, ji endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), HDP û Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk herî kêm 32 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.    3’yê Gulanê: Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de li taxên Nûr, Barbaros û Cumhuriyetê yên Silopiyayê de bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navên Mehmet D., Ridvan D., Ozcan K., Umut O. û gelek kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.    4’ê Gulanê: Hevserokê HDP’a Gebzeyê Omer Yildiz ku li navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate binçavkirin, endamên partiyê Kasim Çaglar, Mahmut Çalikic, Mehmet Goktaş û Ugur Gezer bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    4’ê Gulanê: Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de ji 5 parêzerên ji bo îfadedayînê çûn edliyeyê Şerzan Yelboga hate girtin. Bi vê yekê re hejmara parêzerên hatin girtin derket 4 kesan.    4’ê Gulanê: Di dema xebatên hilbijartinê yên li Edeneyê de 14 ciwanên Partiya Çepên Kesk hatin derbkirin û binçavkirin. Her 14 ciwan jî piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.    MA / Tolga Guney