Deşta Mûşê bi kulîlkên laleyan xemilî 2023-05-05 09:58:32 MÛŞ - Deşta Mûşê piştî germbûna hewayê bi kulîlkên laleyên ku vebûn re bi rengê sor xemilî.    Deşta Mûşê bi germbûna hewayê re şîn bû. Bi vebûna kulîlka Laleya Mûşê ku di nava cureyên nebatên endemîk de ye, deşt bi rengê sor xemilî. Dîmenê laleyan û çiyayên bi berf yên ku dibînin matmayî dihêle. Welatiyên ku li deştê digerin di nav dîmenê laleyên ku temenê wan di navbera 15 û 20 rojan de ye gelek wêneyan dikişînin.