Namzetên Partiya Çepên Kesk li qadê ne 2023-05-04 17:55:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ku li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, bi gel re civiyan û serdana dikandaran kirin. Di serdanan de îşaret bi girîngiya hilbijartinê hat kirin û hat destnîşankirin ku divê her kes biçe ser sindoqan.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê xebatên xwe yên hilbijartinan bênavber didomîne. Namzetên parlamenteriyê yên bajar Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkûş, Tûlay Şakar, Gaffar Bayram, Rozerîn Ercan û Huseyîn Kilinç di çarçoveya xebatan de çûn serdana navçeyên Şîro, Batalgazî, Çirmik, Wêranşar, Erxevan, navend û gundên Meletiyê.    Di çarçoveya xebatan de şandeya bi serkêşiya namzet Perîhan Yûcekaya çû serdana navçeya Erxevan û gundên wê û namzet Yûsûf Bozkûş û yên pê re çûn serdana navçeya Şîro û gundê wê. Namzet Tulay Şakar û şandeya pê re jî çûn serdana navçeya navendî ya Batalgazî û namzetên parlamenteriyê Gaffar Bayram û Rozerîn Ercan û şandeya bi wan re jî çûn serdana navçeya Çirmik û gundên wê. Namzet Huseyîn Kilinç û endamên partiyê yên pê re jî çûn serdana navçeya Wêranşar û gundên wê.    Şandeyan bi esnaf û xelkên navçe û gundan re hevdîtin kirin, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di serdanan de li pirsgirêkên gel hate guhdarîkirin. Şandeyan di hevdîtin û serdanan de qala girîngiya hilbijartinan kirin û ji gel xwestin ku piştgiriyeke xurt bidin.    AMED    Partiya Çepên Kesk a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Yenîşehîrê bi namzeta parlementeriyê ya bajêr Sorgul Aytek, Tevgera Jinên Azad, Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê serdana karkerên tekstîlê yên senayiya organîze ya 4'êmîn kir.     Xebatkarên tekstîlê yên ku navber dabûn kar bi bihîstîna dengê stranên wesayita hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li çepikan xistin. Piştî namzet Sorgul Aytek silav da karkeran, karkerên ku li ber kargehê kom bûn, civîn veguherandin mitîngê û bi çepik, tilîlî û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” govend gerandin.    ‘XWÎNA ZAROK, CIWAN Û DAYIKAN A HATIYE RIJANDIN JI BÎR NEKIN’   Namzet Sorgul Aytek bi karkeran re axivî û wiha got: “Pirsgirêk di dayîna dengan de tune ye. Ev parti ya me hemûyan e. Pirsgirêk ewlehiya sindoqan e. Ji bo hûn karibin ewlehiya sindoqan bikin werin buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û avahiyên HDP’ê bibin muşahîd.” Aytek pişt re jî pirsa daxwazên karkeran kir. Ji xebatkara bi navê Melek wiha got: “Daxwaza me ne ji we, ji gel heye. Em dibêjin kesên diçin ser sindoqan bila xwîna zarok, ciwan û dayikan a hatiye rijandin ji bîr nekin. Daxwaza me ew e ku Erdogan biçe, em jê xelas bibin.”   ŞIRNEX   Ber bi hilbijartinê ve Partiya Çepên Kesk li Botanê lez da xebatên xwe. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dê di 7’ê Gulanê de li Şirnexê bi dirûşmeya “Dîsa Em” li ber avahiya walitiyê mitîng bê lidarxistin. Mîtîng dê bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetên bajêr Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal bê lidarxistin.    Li Şirnexê Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetê bajêr Mehmet Zekî Îrmez, parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên bajêr bi girseyî Şirnexiyan vexwandin mitîngê.    Her wiha li navçeya Sîlopiyayê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan û rêveber û endamên partiyê serdana gundên Gunhedît, Takyanê û Bedrû hat kirin û partiyê gundiyan vexwand mîtîngê. Gel bi coşeke mezin şandeyê pêşwazî kir.   Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî namzetê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdìnê George Aslan li gundên Basîprin, Sarê, Mîdîh, Temerza, Bêzîkir, Agrît û Zînarexê yê suryanan bi civaka suryan civiya û ji wan daxwaz kir ku di 14’ê Gulanê de ji bo aramiya welat dengê xwe bi kar bînin.    Li navçeya Cizîrê jî bi tevlîbûna namzet Newroz Ûysal jinên ku di tekstîlan de dixebitin hatin ziyaretkirin û di serdanê de li ser girîngiya hilbijartinê hat sekinandin.    Li navçeya Basa ya Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çepên Kesk Bedirhan Osal serdana gel hat kirin û ji gel hat xwestin ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan.