Li Gebzeyê 5 HDP’î hatin girtin 2023-05-04 16:41:08   KOCAELÎ - Li navçeya Gebzeyê 5 HDP’iyên hatibûn binçavkirin, bi hinceta di parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal de “propagandaya rêxistinê” kirine hatin girtin.    Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê du serê sibê de bi ser malan de hate girtin û di encama serdegirtinê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Yildiz, endamên partiyê Kasim Çaglar, Mahmût Çalikic, Mehmet Goktaş û Ûgûr Gezer hatin binçavkirin. 5 HDP’iyên piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê haitn kirin, dozgeriyê bi daxwaza girtin ê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh kirin. Dadgehê piştî wergirtina îfadeyan her 5 HDP’î bi hinceta di parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal de “propagandaya rêxistinê” kirine girtin û şandin girtîgehê.